Arşîv

Sembola rojnamegeriya azad û dilxwaz: Denîz Firat

KOBANÊ – Denîz Firat rêwiya azadî û evîndara heqîqetê, di oxira ragihandina rastiya gelê xwe de canê xwe feda kir. Li ser şopa wê bi sedan keç û xortên welat kamera û pênûs hildan û bûn şopdarên xewn û xeyalên Denîzê.

Leyla Yildiztan (Denîz Firat) di sala 1984’an de li gundê Xecê Xatûn yê navçeya Çildêran a girêdayî bajarê Wanê ji dayik dibe. Denîz di 15’ê Tebaxa 1992’an de li gundê Sîdekan yê girêdayî bajarê Diyanê yê li Başûrê Kurdistanê bi xwişka xwe ya jê biçûktir Şukran Yildiztan (Sarya Reşo) re beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibin. Sarya Reşo di 8’ê Tebaxa 1999’an de li herêma Metîna bi hevala xwe ya Mediya re dikevin xefika pêşmergên PDK’ê ji bo bi saxî nekevin dest herd bombeya xwe di bedena xwe de diteqînin û jiyana xwe ji dest didin.

Ji ber welatparêziyê zextên dewletê roj bi roj girantir dibûn

Malbata Denîzê li ser bîr û baweriya kurdîtiyê dijîn. Malbat ji ber li gundên ser sînor yên di navbera Rojhilatê Kurdistan û Bakurê Kurdistanê de dijiyan, gelek caran rastî êrîş û zulma dewletnetewên li ser sînoran dihatin. Piştî ku tevgera kurd pêş dikeve û fikrê kurdîtiyê xwe di nava gelê Bakurê Kurdistanê de birêxistin dike, Malbata Denîzê jî dest bi xebatên kurdîtî dike. Di dema derbeya 12’ê Îlona 1980’an de ji ber sedemên ku malbat welatparêz e û bi Tevgera Kurd re xebat dikin, bavê Denîzê tê girtin û piştî demekê ji girtîgehê direve û li gundê xwe bi qaçaxî dijî. Her ku dem derbas dibe zextên li ser malbata Denîzê zêdetir dibin, ji ber sedemên kurdîtî birayên Denîzê ji milê dewleta Tirk ve tên girtin û li ser malê zext çêdibin û her roj bi awayekî rûtîn leşker bi ser gund digirin û di malê de lêgerîn dikin. Êdî ji ber van sedeman jiyan ji bo wan tê astek wisa ku nikarin li gundê xwe bijîn.

Rêwîtiya koçberiyê û beşdarbûna Denîz û Saryayê

Ji ber zextên zêde di sala 1990’an de Denîz bi malbata xwe re koçî bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê dibin. Li wir xwişka Denîz ya mezin Ayfer bi nasnavê Binevş Reşîd beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê dibe. Piştî demek kurt mayîna wan li Maku dikeve xeteriyê û ji neçariyê vê carê jî malbat bajar duguherînin û diçin Urmiyê. Piştî demeke kurt mayîna wan a li bajarê Urmiyê jî dikeve xeteriyê ji neçarî vê carê jî malbat derbasî çiyayê Xakurkê nava gerilayên kurd dibin. Di sala 1991’an de dewleta Tirk tevgera xwe ya li ser herêma Xakurkê li Başurê Kurdistanê dide destpêkirin. Denîz bi malbata xwe re 15 rojan di nava şerê Xakurkê de dimînin. Piştî 15 rojan Denîz bi dayika xwe û xwîşk û birayê xwe yê biçûk re diçin gundê Sîdekanê, yê girêdayî bajarê Diyanê ku dikeve binarên çiyayê Xakurkê. Piştî ku Denîz bi xwişka xwe Sarya re bi hinceta dîtina xwişka xwe Binevş Reşîd diçin çiyayê Xakurkê û di wê demê de şer derdikeve herdu li herêma Xakurkê dimînin. Di sala 1992’yan de şerê bi navê birakujiyê yê di navbera PKK’ê û dewleta tirk, partiya PDK’e û YNK şer derdikeve. Gelek jinên gerîla ên ku Denîz û Sarya ji wan hez dikin jiyana xwe ji dest didin li wir Denîz û Sarya bi wan bandor dibin û biryara beşdarbûnê didin.

Evîndar û evîndara rojnemevaniyê

Denîz salên dirêj ji bo têkoşîna jina Kurd û gelê xwe berxwedanî û xebat dide meşandin. Piştî ku xebatên ragihandina azad pêş dikevin, Denîz bi dilxwaziyeke mezin di sala 2007’an de derbasî xebatên çapemeniya jinê dibe. Denîz ne tenê dibe rojnemevan ew di hemû aliyê jiyanê de xwedî kedek bêhempa ye. Di çapemeniyê de hem xwe bi awayekî lez pêş dixîne û hem jî bi hevalên xwe yên di çapemeniyê de dibe alîkar. Denîz demek dirêj xebatên kovara Tanriça Zîlan ku li qadên parastina medya tên çapkirin û ji bo radiyoya dengê welat bernameya rojeva jinê çêdike. Di sala 2011’an de derbasî xebatên ragihandina YRD’ê dibe û li wir ciyê xwe di xebatên nivîskî û dîtbarî de digire. Denîz bi azweriyeke mezin rojnemevaniya jinê dike. Her ciyê ku Denîz diçê li wê derê yan çavdêrî, yan wêne an jî dîmenek balkêş digire ji bo wê li her derê jiyan bi wate û tije dibihure. Di sala 2013’an de di konferansa rojnemevanan de Denîz weke koordînasyon tê hilbijartin û li Kampa Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê rojnamevanî dike. Li wargehê rojname rojeva welat a heftane çap dike, li gel wê ji kanala Stêrk Tv re bernamên taybet çêdike. Ji kovara Tanriça Zîlan re nivîsan dinivîse, di heman demê de ji ajansa JINHA’yê re nûçegîhanî dike û li gor pêwistiya nûçeyan ji ajansa Rojnews û ANF’ê re çêdike. Her wiha di dema şopandina şer de bi riya telefonê beşdarî MED nûçe, Stêrk Tv, Ronahî Tv, Çira Tv, Newroz Tv, IMC tv û radyo ya Dengê Welat, dibe û di heman demê de nûçeyên lezgîn dide ajansa ANF’ ê.

Denîz bu lêgerînvana heqîqetê

Di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema şopandina şerê di navbera Çeteyên DAIŞ û Gêrîlayan de, Denîz bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Malbat, rêheval, têkoşerên azadiyê, Rojnamevan û gel bi rengekî girseyî cenazeyê wê hildidin ser milên xwe û li Çiyayê Qendîlê merasîma wê çêdikin. Paşê jî bi karwanekî girseyî ji gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnemevan û malbat, cenazeyê rojnemevan Denîz Firat li memleketê wê Wan û bi taybet li gundê Xecê Xatûnê li ser milên Rojnemevanên jin dispêrin axê.

Piştî şehadeta rojnemevan Denîz 2 xwişkên wê Binevş Sarya û Bêrîtan Medûsa li ser şopa wê rojnemevaniyê dikin. Rojnemevan Binevş Sara li şûna wê xebatên kovara Tanriça Zîlan, bernameya rojeva Jinê ji bo radyoya Dengê Welat dixebite. A niha jî di xebatên ajansa JINNEWS’ê de cih digire.

Denîz di çend nivîsên xwe de wiha behsa serpêhatiyên gelan dike

Rojnemevan Denîz Firat di derbarê Zimanê zikmakî de di nivîsa xwe ya bi navê “Zimanê birîndar û boykot” de ziman wiha pênase kir: “Ziman, beden e. Erdnîgarî beden e. Çand beden e. Xwedî li bedena xwe derkevin. Ziman, xweza, çand ez ji wan hemûyan re dibêjim beden. Ger hûn xwedî li bedena xwe dernekevin wê serî bi kêr tiştekî neyê, ti wateya wê nebe.”

Dema ku Çeteyên DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de hewl dan fermana gelê Şengalê pêk bîne, Denîz Firat bi sernavê “Di serdema me de ol dibin sedema kuştina mirovan” ev nivîs pêşkêş kir: “Di komkujiya Şengalê de bi sedan mirov hatin kuştin. Gelo van mirovan çi kiribûn ku bi vî rengî werin cezakirin, ango zarokên çend mehî, dayik, keçên nû gîhayî çima têne tewanbarkirin. Wêneyên ku hatibûn kêşandin tenê şahidê vê rewşa hovane dikirin. Weke yek ji wan ê ku ji vê karaseta Şengalê xilas bîbû digot “tenê dikarin wêneyên karesatê bikêşin” zaroyên vî welatî çima wisa tên cezakirin. Ji ber ku Êzîdî ne? Tenê sedem ev e. Ger em tenê vê wek sedem bidin destnîşandan lewre em ê bikevin nava xeletiyên mezin. Rast e ol di serdema me de wek amûrên karê gemar tê bikaranîn, lê sedemê komkujiya Şengalê ne tenê ev e. Komkujiya Şengalê weke ku peyamek bû ji yekbûna Gelê Kurd a di bin Rêbertiya Rêber Apo de tê meşandin.”

Her wiha di derbarê zarokan de jî ev gotar nivîsîbû: “Dibêjin dilê her mirovekî/ê qasê kulma wê/î ye. Gelo ev dilên biçûk çawa dikarin êşê ragirin? Kî ji we dikare bê ku çavên xwe neniqûrçîne li çavên zarokê vî welatî binêre. Ew çavên reş ên tijî êş û hêvî … Ma guncav e ku çavek hem hêvî û êşê di heman bîbikan de veşêre. Çavê zarokên agir û rojê dikarin. Dikarin bibin vegotina şadî û hêviyan jî. Ji ber ew nobedarê hêviyê ne, heman demê ji bo vê hêviyê jî êşê dikêşin. Ew di awazê azadiyê de hem jan, hem jî janyar in. Dilbiçûkên azadîxwez. Rojekê ew mezinbin wê ji xwe şerm nekin, ji ber ku bi wan destên xwe yê biçûk bera kevira davêjin hêvî kujan. Ji ber wê jî yê wisa nebêjin. “Daristan tune bibin/ dar winda bibe/ ma ez ê ji zarokên pişt xwe re çi bibêjim”. “Dema dara dawî hate jêkirin, çemê herî dawî hate jehirkirin, masiya dewiyê hate kuştin; hûn ê bibînin ku pere jî nayê xwarin.”

Back to top button