Arşîv

Pêngava jinan a li dijî gefên dagirkeriya Tirk berdewam e

Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê di çarçoveya pêngava “Me yekitiya xwe ava kir em biser ketin..Em ê li ber xwe bidin heta biparêzin” de ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyêcivîneke li bajarokê Cirniyê re yê bakurêrojavayê Tebqayê li dar xist. Civîn bi armanca şîrovekirina geşedanên siyasî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmê hat lidarxistin

Civîn li Mala Gel hate lidarxistin, bi dehan endamên Rêveberiya Jinan a Tebqa, Meclisa Jinan a Girniyê û saziyên bajêr di civînê de amade bûn.

Di civînê de endama Rêveber a Komîteya Jinan a Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê Wela El-Nacî û endama Rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Rumet Mihemed axivîn.

Di axaftinana de hate gotin ku Tirkiyê bi gefên xwe yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide cîhanê bixapîne ku ew ewlehiya sînorê xwe dipaêrze û hate diyarkirin ku armanca rast a van gefan têkbirina projeya netewa demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, talankirina xêr û bêra wê, koçberkirina şêniyan û dagirkirina herêmê ye.

Kesên axivîn bêdengiya raya giştî ya cîhanê û rêjîma Sûriyê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê şermezar kirin.

Her wiha banga hate kirin ku divê jin rola xwe ya pêşeng pêk bîne, asta rêxistina xwe xurttir bike û li hemberî her gefa û xeteriyan bisekinin.

Back to top button