Arşîv

Rêxistinên jinan ên partiyên siyasî: Êrîşên Tirkiyê di serî de li dijî jinan in

Daxuyaniya jinan teqez kir ku çi êrîş bi ser herêmê de pêk werin, di destpêkê de li dijî destkeftiyên jinan in.

Jinên endamên partiyên siyasî yên li herêma Cizîrê der barê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de li pêşiya navenda PYD`ê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Endamên Meclisa Jinan a PYD`ê, Yekitiya Lîberal, Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Nûjen a Kurdistanê, Partiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Ereb, Partiya Modernîteya Demokratîk a Sûriyê, Partiya Yekitiya Nîştimanî Azad, Yekitiya Jinên Suryanî, Partiya Yekitiya Suryanî, Partiya Muhafizîn, Partiya Teyar Pêşerojê ya Kurdistanê, Tevgera Îslah û Partiya Komunîst a Kurdistanê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Jinan alên partiyên siyasî hildan û daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê endama Buroya Ciwanan a Desteya Nîştimanî ya Ereb Eye Mihemed Şêx Hesen ve hate xwendin.

Di destpêka daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Hikumeta Tirkiyê berê û heta niha gefan li ewlehî û îstiqrara herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, di demên dawîn de bi hincetên dûrî rastiyê asta gefan bilind kir. Bi wê yekê hewl dide şertên avakirina “herêma ewle” di hundirê sînorê Sûriyê re ava bike, dagirker bi rêya şandina alav û artêşa ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, bi wê Tirkiye sînorê dewleteke cîran binpê dike û dagirkirina herêma Efrînê mînaka herî berbiçav e. Em wek partiyên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tundî van gefên dewleta Tirk (AKP) û hevkarên wê şermezar dikin. Ev hewldanên wê, ji bo ku aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve, pêk tên.

Di berdewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Em dibînin ku ev gef derbeya li dijî projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e ku jinan bi roleke serkêş di hemû qadan de cih girt, ji ber vê yekê her êrîşek ser herêmê, di serî de êrîşa li ser desteftiyên jinan e û têkbirina ewlehiya herêmê ku bi saya serkeftina dîrokî ser DAIŞ û El-Nusra û hemû hêzên dijber ji projeya çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re ye.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin û ev tişt hate gotin: “Ji ber vê yekê em banga xwe ji hemû hêz, çalakvan, rêxistinên demokratîk, rêxistinên jinan û hêzên siyasî yên peywendîdar bi çareserkirina aloziya Sûriyê dikin ku bi erka xwe ya qanûnî û exlaqî rabin da ku helwestên berpirsyarî nîşan bidin da ku Tirkiye planên xwe yên dagirkeriyê pêk neyne. Her wiha em soz didin em ê bi hemû rêyan parastina destkeftiyan bikin û li pêşiya hemû dagirkeran bisekinin.”

Back to top button