Arşîv

Jinên Mexmûrê: Wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jinê

Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo balê bikişinin ser tundiya li ser jinê, piştgirî dan pêngava ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ ku ji Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) ve hatibû despêkirin. Di pêşengtiya Meclîsa Îştar de ji bo piştgirî dayîna pengavê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.

Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Îştarê Dîmen Bîlen ve hat xwendin. Di despêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan! Her kiryar, kuştin, tacîz û tecawuzên li ser jinê tên pêkanîn polîtîkin. Di heman demê de ev kiryarane di kesayeta jinê de li ser dîrok, civak û hebûna mirovahiyê têne pêkanîn, wate di kesayeta jinê de civak û hafizayekî mirovahiyê tê qirkirin.Pergala baviksalarî ku xwe li ser kolekirina jin û bin xistina çanda jin dayîkê daye avakirin, ji bo bi serxistina pergala xwe di her alî de êrîşî; nirx, ked, berhem, dîrok û çanda dayîkê kiriye û bi vî awayî kariye pergala xwe heya roja meya îro bîne.”

Berfirehiya daxuyaniya Meclîsa Îştar:

“Pir bi seyre ku ew pergala hebuna jinê na pejirîne, lê ji bo bikare bîrdozî û hebuna xwe bide berdewamkirin jî herdem jin weke amureke sereke bi kar aniye. Lewra pergala şaristaniya koledar, feodal û pêngava herî dawî ya kapîtal di kirasên cuda cuda de jin kiriye amura karanîna pergala xwe, lê ya bi êş ewe ku ji bo serxistina pergala xwe serî li hemu rê û rêbazên bêbextî, reşkujî, bê exlaqî û biçukxistina jinê de û bi vî awayî hebuna xwe dide berdewamkirin. 5450 salin ev çerx wisan hatiye gerandin, her çiqasî bi qêrînek pir kêm jinê deng derxistibe û hebuna xwe xwestibe, bide diyarkirin jî ji bo birîna vî dengî hemu kiryarên hovane hatine bikaranîn. Di bin navê ol, guneh, heskirina derewîn, zewac û namusê de serê seetê di nav mal, kolan û taxan de jin tên tacîzkirin, lêdan û kuştin. Di qada siyasî, aborî, parastin û civakê de cih ji jinê re nehatiye hiştin. Bi jinê re civak tê qetilkirin, kuştinên jinan polîtîkin, ji bo jin carek din bi serxwede neyê û axekî mirî li ser hatiye belavkirin. Lewra di roja meya îro de jin heta zarokên temenê 1 Salî ta 6,7salî tên tacizkirin. Di saziyên dewleta bê keramet de zarok û jin ji aliyê karmendên dewletê ve tên tacîz û tecawukirin, kuştin û şewitandin, dewlet dibe parêzvanên van kujer û tecawuzkaran.”

Wê sedsala 21’ an bibe sedsala şoreşa jinê

Ev kiryarên ji rê derketî li her aliyê cihanê tên jiyan kirin. Bi avabuna Tevgera Azadiya Kurdistanê re ji fikir û felsefeya Rêber Abdulah Ocalan derbeya mezin li dilê pergala dijminê jinê hatiye xistin. Di rasteka ronahiyê paradigmaya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê de îro li Rojhilata Navîn û seranserî cîhanê jinên Kurd pêşengiyê ji pergala hevjiyana azad ya jinê re dike. Lewra em jî weke jinên wargeha Şehît Rustem Cudî bi pêngava “Jibo Guhertin û Azadiyê Tu Jî Rabe Ser Piyan” li hemberî hemu cure tund û tijî, qirkirin û destavêtinên jinan wê tekoşînekî radîkal bidin meşandin û her cure kiryarên li hemberî jinê şermezar dikin û em dibêjin wê sedsala 21’an bibe sedsala şoreşa jinê û wê jin bi destwerdana li jiyan, civakê mirovahiyê bighîne azadiyê.”

Daxuyaniya çapemeniyê bi duruşmeyên; ‘Biji Rêber Apo’, ‘Biji Têkoşina Jinê’, ‘Bimre Desthilatdariya Baviksalari’, ‘Jin Jiyan Azadi’ bi dawî bû.

Back to top button