Arşîv

Bûseyîna Enîder: Hêvî û berxwedan mîsogerkirina serkeftinê ye

HESEKÊ – Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Meclîsa Federal a Navçeya Serêkaniyê Bûseyîna Enîder a Şîşanî êrîşên Dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Tu netew ji polîtîkayên qirkirinê a Tirkiyê û Rûsyayê nefilitiye, îro jî dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bikin.”

Gelê Şîşan ên li Rûsiyayê dijîn, ji aliyê rayedarên Rûsiyayê, ji welatê wan hatin koçberkirin. Gelek malbatên Şîşanî li Sûriyê bicih bûn û jiyana xwe dewam kirin. Endama Komîteya Perwerdehiyê ya Meclisa Federal a Navçeya Serêkaniyê Bûseyîna Enîder derbarê polîtîkayên qirkirinê ên li dijî gelê herêmê, nirxandin kir.

‘Gelê Şîşan ji aliyê Rûsiyayê ve hatin qewirandin’

Bûseyînayê sedema koçberbûna wan ji Rûsiyayê wiha rave dike: “Gelê Şîşanî li Rûsiyayê xwestin ku Dewleteke Îslamî ava bikin, lê ji aliyê rayedarên Rûsiyayê ve nehat qebûlkirin û kesên behsa vê Dewletê kirin ew qewirandin û ev kes hatin Sûriyê. Gelê Şîşan ku li Sûriyê bicih bûn, ol, jiyan û hebûna xwe li vir domandin û ji neyaran parastin heman demê de xwe mezin kirin.”

‘Netewa Demokratîk Kurd, Ereb, Aşûrî, Şîşan, Suryan, Çerkes û Turkmen jî hembêz kir’

Bûseyînayê tecrûbeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û ev yek anî ziman:”Yekemîn proje maf û hebûna me wekî netew parastine, ew jî Rêveberiya Xweser û Netewa Demokratîk bû. Rast e rêjeya me kêm bû lê me wekî sîstem û dewletên din tune nekirin. Netewa Demokratîk Kurd, Ereb, Aşûrî, Şîşan, Suryan, Çerkes û Turkmen jî hembêz kir û negot ku ev Şîşan e an jî Ermen e.”

Bûseyînayê gefên Dewleta Tirk ên li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist û wiha dewam kir: “Gef tê wateya dagirkeriyê, lewra Erdogan dixwaze ku, gelê ku bi hev re birînên xwe derman kirin, ji nû ve wan birîn bike, yekîtî û jiyana wan a hevbeş, vala derbixîne.”

‘Dixwazin hemû netewan qir bikin’

Bûseyînayê diyar kir ku Sûriyê herêmeke pir dewlemende lewra dibe hedefa hêzên hegemonîk û herêmî û wiha pêde çû:”Armanc ne ewlehiya herêmê ye, armanc zindîkirina aloziyê ye. Berê Rûsiya li dijî Tirkiyê bû lê niha bûne yek ji ber armanc yek e ew jî qirkirina gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Rûsiya me ji welatê me koçber kir niha Dewleta Tirk jî dixwaze heman tiştî bike, lê niha ne tenê gelê Şîşan dixwazin hemû netewan qir bikin.”

‘Gelên Sûriyeyê dikare çarenûsa xwe diyar bike’

Bûseyînayê da xuyakirin ku Gelên Sûriyeyê dikarin çarenûsa xwe bêyî hêzên hegemonîk, diyar bikin û wiha got: “Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa herêm ji çeteyan rizgar kirin, xwe bi rêxstin kirin dikarin çarenûsa xwe jî diyar bikin. Divê Rûsiya, Îran û Tirkiye destê xwe ji Sûriyeyê bikişînin, bila êdî bihêlin ku gelên Sûriyeyê bêhneke azad bikişînin.”

‘Dê gel birêxistina xwe polîtkayên Tirkiye û Rûsyayê vala derbixîne’

Bûseyînayê bang li jinên Şîşan û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku rêxistina xwe xurt bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Da ku dîsa Şîşan neyên koçberkirin û Kurd, Ermen û Aşûrî neyê qetîlkirin, divê gel yekîtiya xwe ava bikin û rê li ber polîtîkayên qirkirinê bigrin. Hêvî û berxwedan misogerkirina serkeftinê ye.”

Back to top button