Arşîv

Erzîncan: Siyaseteke jin di têde çalak nebe, demokratîk nîne

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan ji bernameya ‘Ulkeden’ a qenala televîzyonê ya Medya Haber TV re axivî.

Erzîncan ji bo kampanya ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ a bi pêşengiya jinan dest pê kir nirxand û got, “Li pêşberî rewşa mirovahiyê ya trajîk û reşbîn bi hezaran mirov têdikoşin, li ber xwe didin. Divê em ji têkoşîna mirovahiyê, ji berxwedêran, ji yên xwedî hêviya azadiyê, yanî ji xwe gelekî piştrast bin. Divê em xwe li jiyaneke azad, bedew, jiyaneke ku şer, mirin, hilweşandin û komkujî lê nîne bike xwedî. Ji bo avakirina jiyaneke bi vî rengî divê em hîn bi xurtî têbikoşin. Li dijî sîstema modernîst kapîtalîst a heyî, li dijî faşîzmê divê berxwedan hebe.

Azadiya şexs bi azadiya civakî ve girêdayî ye. Ji bo ji bo takekesiyê ji aliyê modernîteya kapîtalîst ve hatibe parçekirin jî hebûneyeke civakî ye. Lewma kampanyaya jinan, têkoşîna me bi vê ve girêdayî ne. Kampanya, pêngavên li dora dirûşma ‘Li Kurdistanê ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ gelekî girîng e.”

Erzîncan destnîşan kir ku navenda bingehîn a siyaseta demokratîk jin e û got, “Heta ku jin di nava siyasetê de çalak nebin, bi rengekî bi bandor û rêxistinbûyî tevlî nebe wê siyaset demokratîk nebe. Bêyî jinê, bêyî îrade, gotin û rengê jinê demokrasî ji xwe nabe. Bi tevlîbûna jinê ya bi rengekî rêxistinbûyî siyaseta demokratîk dikare bê kirin. Lewma feraseta siyaseta demokratîk a ku Rêberê me ji bo vê demê destnîşan kiriye, herî zêde bi vê pêngava jinê dikare bikeve meriyetê. Ev ne pêngaveke welê ye ku tenê di çarçoveya çalakî, nerazîbûn, dijderketinê û rexnekirinê de bê meşandin. Di heman demê de avakirin jî di nava vê pêngavê de heye.”

Erzîncan destnîşan kir ku pêngava heyî wê di mijarên demokratîkkirina siyaseta li Tirkiyeyê, afirandina destûra bingehîn a demokratîk de bibe pêngaveke mezin.

Erzîncan destnîşan kir ku divê pêngav bi rengê siyasî, civakî, aborî, çandî û bi her rengî bê avakirin û got, “Divê jin bi hemû hêza xwe li pêngavê bibin xwedî.”

Back to top button