Arşîv

‘Xebata sereke têkbirina gef û hişmendiya DAIŞ’ê ye’

Bêrîvan Xalid anî ziman ku dewletên ku projeya Rêveberiya Xweser naxwazin û gefan lê dixwin, li dijî demokrasiyê ne û got “Xebata me ya sereke tunekirina gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê û hişmendiya DAIŞ’ê ye. Em li ser projeya xwe bi israr in û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.”

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, heta li Rojhilata Navîn cara yekem pergaleke ku vîna hemû pêkhateyan diparezê, dikeve meriyetê. Ev pergala ku di herêmê de bi hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş dikeve, gava xwe ya yekem li li herêma Cizîrê ya bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve avêt, piştre wek pergaleke esasî di hemû herêmê de xwe bi rêxistin kir. Pergala Rêveberiya Xweser a ku bi hişmendiya neteweya demokratîk bi pêş dikeve, ji gava xwe ya destpêkê de rastî gefên dewletên herêmê hat. Nexasim dewleta Tirk li hemberî vê sîstemê bertekên hişk nîşan dan û her tim gef lê xwarin. Heta tenê bi bertek û gefan jî sînordar nema, ambargoyên aborî, siyasî û li hindek deveran jî bi êrîşên leşkerî xwest pergala Rêveberiya Xweser têk bibe. Ji bo vê bi awayekî eşkere piştevaniya çeteyên DAIŞ’ê jî kir. Lê dîsa jî ev pergala ku hêza xwe ji gelê herêmê digire, tevî astengiyan jî bi serkeftina têkbirina DAIŞ’ê re ji qonaxa avakirinê derbasî merheleyeke nû bû.

Ji roja avakirina pergala Rêveberiya Xweser heya îro çi astengî derketin, gef û êrîşên ku li hember pergalê çêbûn çawa hatin derbaskirin, çi zorî û zehmetî bi xwe re anîn, îro pergal di aliyê xwe yê avakirinê de di çi astê de ye?

Pergala rêxistinî Rêveberiya Xweser e

Sala 2011’an piştî ku şoreşa gelan dest pê kir, gelê herêmê bi rengê saziyên civaka sivîl û bi birêxistinkirina saziyan xwe bi rê ve bir. Ji bo birêvebirina vê herêmê û peydakirina derfetên jiyanê pêwîstiya pergaleke rêxistinî hebû. Li gorî vê pêwîstiyê di 21’ê meha Çileyê ya sala 2014’an de Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê hat ragihandin. 27’ê Çileya 2014’an de li herêma Firatê û 29’ê Çileya 2014’an jî li herêma Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin.

Bi rizgarkirinê re avakirina meclisên sivîl

Her ku herêmek dihate rizgarkirin, gelê herêmê ji bo rêvebirina kar û barên welatiyan û ji nû ve avakirinê û vegera welatiyan meclisên sivîl ên herêmî ava dikirin. Lewma li Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazorê meclisên sivîl hatin avakirin û herêm bi rê ve birin.

Sîwana rêveberiya giştî ya hevbeş

Pêwîstiya rêveberiyeke hevbeş hebû ku di milê mekanîzmayeke hevbeş, perspektîfan, çareseriya pirsgirêkan û wekheviya aborî çêke. Di kongreya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de biryar hat dayîn ku Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bibe da ku bikare wan 7 rêveberiyan bigihînê hev. Di encamê de roja 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate ragihandin. Di Cotmeha 2018’an de jî 10 deste û 8 ofîsên rêveberiyê hatin ragihandin. Di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 3 meclis; Meclisa Zagonî, Meclisa Rêveberî û Meclisa Dadê cih digirin.

Gefên li ser sîstema Rêveberiya Xweser

Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser heya niha gef û êrîşên taybet ên dewleta Tirk kêm neman. Çeteyên DAIŞ’e ji ku derbasî herêmê bibin û li dijî Rêveberiya Xweser şer bikin, dewleta Tirk hem rê hem jî alîkariya lojîstîkî da wan. Dewleta Tirk ji bo ku zextên xwe yên li ser herêmê zêdetir bike deriyê sînor jî girt û bi vê şewazê li hember herêmê ambargoyek aborî pêk anî. Êrîşên siyasî jî bi awayê ambargoya siyasî pêk hatin, rê li pêşiya gelek tevger û aliyên siyasî girtin û nehiştin derbasî herêmê bibin.

Sîstema Rêveberiya Xweser niha jî eşkere rastî êrîş û gefên dewleta Tirk tê. Li ser sînor kolandina xendekan, zêdekirina hejmara leşkeran, bicihkirina çekên giran re dewleta Tirk çavsoriya êrîşan dide.

Zêdetirî 125 hezar sivîl di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin

Bakur û Rojhilatê Sûriyê cografyayek zêdetirî 600 km bi rê ve dibe. Di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêdetirî 5 milyon kes ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, êzidî, Çeçen, Çerkez, Tirkmen dijîn. Zêdetirî milyonek koçber jî di herêmê de di nav sîstema neteweya demokratîk de cihê xwe digirin. Di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji hemû pêkhateyên herêmê zêdetirî 125 hezar sivîl kar dikin.

Têkildarî gefên dewleta Tirk li ser sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkiliyên bi derdor û gavên xebatên avakirina Rêveberiya Xweser de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid pirsên me bersivandin.

Zehmetiyên ku we di avakirina rêveberiyan an jî meclisên sivîl de kişandin çi bûn?

Ji ber desthilatdariya DAIŞ’ê di herêmê de û rewşên awarte yên herêmê bû sedem ku di karên me de lawazî derkeve. Piştî 23’yê Adara vê salê ku DAIŞ hate têkbirin û di warê leşkerî de serkeftineke mezin hate bidestxistin, êdî em li gorî hêviyên gelê herêmê tev digerin da ku bikarin di her warî de sîstema xwe bi rêk û pêk bikin. Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî ew qas astengiyan di qonaxa avakirinê de kêm zêde kiribû ku bi erkên xwe rabe. Lê êdî qonaxeke nû dest pê kir û erkên cuda li pêş me ne.

‘Tunekirina gef û hişmendiya DAIŞ’ê karê sereke ye’

Rêveberiyên qadên ku piraniya wan Ereb lê dijîn yên ku hatine rizgarkirî wekî Tebqa, Reqa, Minbic û Derazorê de zehmetî zêde ne. Mînak Dêrazor nêzî çar sal û nîv di bin desthilatdariya DAIŞ de bû û helbet wê zehmetî hebin. DAIŞ di encama şer de hem gelek bajar wêran kir hem jî di aliyê hişmendiyê de zirarek mezin da gel. Di aliyê sererastkirin yan jî ji nû ve avakirina bajaran û guhertina hişmendî de zehmetiyên me hîn hene. Divê têkoşînek di aliyê guhertina hişmendî de her hebe da ku em civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerînin cewherê wê.

Rêveberiyek ku îmkanên wê bi sînor in helbet wê zehmetiyan bikêşe. Piştî ku axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bû di gelek aliyan de têkoşîna me berdewam dike. Heya niha jî hucreyên DAIŞ yên veşartî hene û li hin herêman êrîşan jî dikin. Ev jî ji bo herêmê xetereyek mezin e. Niha li pêşiya me tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê û gefên dewleta Tirk heye.

Xetereyên li pêşiya pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê çi ne?

Ji destpêka birêxistinkirina saziyan heya avakirinê, Rêveberiya Xweser her tim rastî êrîşan dihat û hê jî tê. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker naxwaze rêveberiyeke xweser li kêleka sînorên wê ava bibe. Heya niha jî li ser vê sîstema xweser êrîş û gefên xwe berdewam dike. Van gefên dewleta Tirk jî zehmetiyan ava dikin. Gelek dest li ser vê axê hene. Hewildanên rejîma Sûriyê û dewletên cûda hene ku vê projeyê binpê bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ev 9 sale bi hevgirtinek mezin li berxwe didin îro jî vê berxwedaniya xwe berdewam dikin. Em bi vîna gelê xwe bi serketin û ewqas deskeftî bi dest xistin.

Rêveberiya Xweser heya niha jî ji aliyê dewletan ve nehatiye qebûlkirin û naskirin. Herêm di nava çembereke aborî, siyasî, dîplomatîk de ye. Lê rexmî hemû van dorpêç û ambargoyan ger îro em behsa destkeftinan dikin ev jî di encama berxwedana şervanên herêmê de ye. Gelek dewletan berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebihîstibûn. Lê berxwedana ku ji Kobanê dest pê kir heya Dêrazorê berfireh bû, hişt ku dengê me bigihîjê hemû cîhanê. Birêxistinkirina Rêveberiya Xweser di aliyê dîplomasî, aborî û xizmetê de gelek kar kir lê hîna jî kêmasiyên me hene. Emê van kêmasiyan jî bi vîna gelê xwe re derbas bikin.

Ji bo ku hun ji qonaxa avakirinê derbasî qonaxeke nû bibin çi amadekariyên we hene? Demekê me hemû giraniya xwe da aliyê leşkerî û têkbirina DAIŞ’ê. Niha, piştî têkbirina DAIŞ û rêxistinkirina Rêveberiya Xweser êdî em dest bi qonaxa xizmetkarî, perwerdeyî û tendûristiyê dikin. Bi salan dibistan li Reqa û Derazorê hatibûn girtin. Di şûna dibistanan de karên cûda dihatin kirin. Nifşek ji wî cihî winda bû. Em wekî Rêveberiya Xweser bi taybet giranî didin wan qadan. Em ê ji perwerdeya zarokên xwe destpê bikin heya ku em bigihîjin civakê giştî.

‘Em ji serkeftinê re bi israr in’

Rêveberiya Xweser li dijî yekperestiyê ye. Mafê hemû gelan heye ku rêveberiya xwe bikin û tev li rêveberiyê bibin. Dewletên ku vê projeyê naxwazin li dijî demokrasiyê ne. Em li ser projeya xwe bi israr in û baweriya me heye ku em ê bi ser bikevin.

Sibe: Bi hêzên navneteweyî û hêzên herêmî re asta diyalogên MSD’ê

Back to top button