Arşîv

Dr. Çoman: Hêzekî Kurdî dibe sedema mirina du nifşên pêşeroja xwe

Bîranînên me yên netewî yên tijî çewisandin heye. Ev rewş jî hiştiye ku sîstemekî zextkar ya cinsî pêk bê.

Jinên Kurd jî timî wek jinek û wek Kurdek ji aliyê dagirkeran ve bûne armanc. Jinên neteweyeke bindest roleke diyar dibînin di dewamkirina netewe de. Ji ber Jin dibin sedem ku nifşên nû çêbikin. Her wiha zarok bi fêrkirina ziman, normên netewî û nirxên wê civakî dike. Ev rastiye wisa kiriye ku hem di warê civakî de hem jî di warê siyasî de dema êrîş û metirsî çêdibin, bi du şêweyî nêzîkatî ji bo jin tê raberkirin. Aliyek hewl dide bedena jin ji destdirêjî biparêze û nişfên pêşerojê bîne. Aliyê din jî hewl dide bedena jin bike armanc ji bo têkişandin û birîndarkirina cîhana sembolîk ya civakî û siyasî ya neteweyeke çewsayî (bindest).

Kampa Mexmûr ya dibin desthilata PDK’ê de jî nimûneyeke berçav a komeke bê welat ya ji aliyê NY ve tê birêvebirin.

Ev demeke bi bahaneyên ewlehî û siyasî asayîşa PDK’ê kampa Mexmûrê xistiye dorpêçê. Em rûberûyê cûreyeke dijayetiyeke netewî tên. Li gorî raportên du hefteyên borî, du jinên dûcanî ku rewşa wan nebaş bûye û pêwîstiya bi çûyîna gel bijîşkên Hewlêrê hebûye, li xala kontrolê ya Hewlêrê rê li wan tê girtin û di encam de herdu jî zarokên xwe ji dest didin. Ya di vê dema nû de pêkhat, rastiyeke tehle ku hêzeke Kurdî dibe sedema mirina nifşê pêşeroja xwe ku sembola berdewambûn û komeke bê welatin. Çima berê dagirker zarokên Kurd dikuştin? Ji ber weke berdewambûna neteweteyek didîtin. Di vê demê de hêzekî Kurdî bi form û şêweyeke cûda vê wezîfeya ku dagirker berê dikirin, bixwe pêktînin.

Bi dîtina min ev rewşe birîneke din di bedena nîştîmana me de vedike ku çiqas dagirker vêyali ser neteweya me dikin, ew çend jî hinek bixwe zilmekî mezin li neteweya xwe dikin.

Back to top button