Arşîv

Jin li dijî gefên dagirkeriya Tirk di nav çalakiyan de ne

Pêngava “Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin da ku biparêzin, na ji dewleta Tirk a dagirker re” ya ji aliyê rêveberiyên jinan(Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê) ve ji bo şermezarkirina gefxwarinên Tirkiyê li ser herêmê hatiye destpêkirin , didome. Di çarçoveya çalakiyê de endamên jin ên Rêveberiya Jin û Buroya Jin a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Tebqayê belavok li şêniyan belav kirin û di nav sûka navendî û hin taxên bajêr de leziqandin. Jinan bi rêya wan belavokan bang li şêniyan kirin ku serî hildin û li hember dewleta Tirk a dagirker li berxwe bidin

Di belavokan de ev dirûşmeyên hate nivîsandin `Na ji dewleta Tirk a dagirker re`, `Em bûn yek em biserketin` tevî gotinên `Em ê li berxwe bidin heta ku welatê xwe bi parêzin`, `Bi vîna jina azad û azadiya wê netew rizgar dibin`, `Bi yekitiya me em ê bi serkevin û em ê li berxwe bidin da ku welatê xwe biparêzin`.

Tê payîn belavkirina belavokan du rojên domdar bidome.

Girêdayî heman mijarê endamên jin ên sazî û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê serdana navendên Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajêr, Komîteya Xweparastinê, Meclisa Jin a Leşkerî û Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarokê Ebû Qelqel a ku dikeve başûrê bajarê Minbicê kirin.

Di serdanê de gefên Tirkiyê û girîniya piştgiriya bi hêzên leşkerî yên parastina bajêr ji her êrîşekê hatin nîqaşkirin. Endamên jin ên navendên parastinê tekez kirin ku ew ji her demê bêtir amade ne li hember her êrîşekê li dijî herêmê bisekinin.

Li herêma Dêrazorê jî jinan di çarçoveya hemleya `Em bûn yek, bi serketin em ê li berxwe bidin da ku biparêzin na ji dewleta Tirk a dagirker re`, li rex endamên jin ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û YPJ`ê nobetdariya bendên kontrolê kirin.

Jin nabotedarî li bendên kontrolê yên têketina bajarokê El-Kesra, bajarokê El-Sewa, têketina El-Cezra, gundê El-Mîlac, El-Gerac li bajarokê El-Mihêmîd ê rojavayê gundewarê Dêrazorê girtin.

Back to top button