Arşîv

Li Reqayê turnuveya voleybal

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê bi beşdarbûna 8 tîman turnuveya voleybal dest pê kir.

Lîstika yekemîn a turunveyê li hola Tac a bajarê Reqayê di navbera Tîma Partiya Pêşerojê ya Sûriyê û Tîma Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir.

Lîstik satekî dewam kir û bi serkeftina Tîma Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi dawî bû.

Der barê mijarê de endamê Komîteya Ciwan û Werzîşê Îbrahîm El-Necim anî ziman ku turnuve ji 8 tîman pêk tê li ser du koman hatine belavkirin. Îbrahîm got, hemû tîm wê bi hev re bilîzin û di dawiyê ya serkeftî wê were xilatkirin.

Back to top button