Arşîv

Li Hesekê navendên peşxistina ciwanan

Di encamên şerên li Sûriyê pêk hatine de, gelek ciwan ji xwendinê dûr ketine. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo pewerdekirina ciwanan li ser gelek pîşeyan navendên pêşxitina ciwanan vekirin.

Li bajarê Hesekê, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Navenda Şehîd Berfîn a Geşkirin û Perwerdekirina Jinên Ciwan li navçeya Rojhilat û Navenda Şehîd Bîrhat a Ciwanan li navçeya Rojava vekirin.

Herdu navend, pêşwaziya kesên di navbera 15 heta 35 salî dike û wan fêrî, beriberi, dirûnkarî, destwerdana lezgîn, kompîter, zimanên Îngilîz û Kurdî, dike. Perwerde ji aliyê kesên zane û pispor ve tên dayîn. Navendan heta niha gelek dewre ji hemû beşan bi dawî kirine, piştî bidawîbûna dewreyê ku 2 mehan didome, bawername têne belavkirin da ku ciwan karibin bixebitin.

Hevseroka Navenda Berfîn a Perwerdekirin û Geşkirina Jinên Ciwan Medya Ebdulkerîm anî ziman ku navendan di demeke kurt de gavên mezin avêtine û ji aliyê jinên ciwan bi alaqeyeke mezin hatin pêşwazîkirin.

Mediya her wiha destnîşan kir ku navendan 8 dewreyên perwerdeyê ji hemû beşan bi dawî kirine, di her dewreyekê de derdora 80 kes beşdar bûne. Her dewreyek 2 mehan dewan kir, di dawiyê de bawername dihatin belavkirin.

Mediya diyar kir ku buhayê tevlîbûna dewreyê kêm e û rewşa malbatên şehîdan, jinên ku rewşa wan a madî giran e di ber çavan re derbas dikin û got: “Me daxwaznameyek rakiriye Desteya Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku xercên tomarkirinê betal bike.” Jina bi navê Nafisa Abdî Hisên ji taxa Salihiyê ye tevlî perwerdeya zimanê îngîlîzî bûye, dibêje: “Destpêkê asta min di zimanê îngîlîz de pir lewaz bû. Lê niha baş bûye ez dikarim bi îngilîzî biaxim.”

Berpirsê beşê destwerdana lezgîn di navenda Bîrhat de Ciwan Seyîd got: “Perwerde 2 mehan dewam dike. Dersên teorîk û pratîkî têne dayîn. Em wan fêrî dikin çawa tansyonê bipîvin, derziyan bidin û dersên din. Gelek ciwan têne navendê da ku fêr bibin.”

Hevseroka Navenda Şehîd Bîrhat a Pêşxistina Ciwanan Bera Wegai anî ziman ku navend perwereyan bi awayekî zanist û akademîk dide.

Bera destnîşan kir ku navenda wan 7 dewreyên perwerdeyê bi dawî kirine, di her dewreyekê derdora 70 kes beşdar dibibûn.

Navendanên pêşxistina ciwanan li navçeyên Til Temir, Serêkaniyê û Dirbêsiyê jî hene.

Back to top button