Arşîv

Ciwanên Girê Spî: Em amadene li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin

Dewleta Tirk a dagirker zêdekirina hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Bakurê Sûriyê didomîne û gefên êrîşan li herêmê dixwe.

Li hemberî van gefan bertekên gel zêde dibin û li her deverê de di nava çalakiyên aştiyane de ne . Li Kobanê û Girê Spî li ser xeta sînorê di navbera Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê xelekên mertalên zindî çêkirine.

Girêdayê mijarê Tevgera Ciwanên Şoreşer a Sûriyê li kantona Girê Spî seferber bûye. Ciwan li aliyekî perwerdeyên leşkerî û bîrdozî dibînin û li aliyekî din jî bendên kontorê yên parastinê di taxê de danîne.

Serokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Girê Spî Îsmaîl El-Xidir anî ziman ku bersivandina dagirkeriyê herî zêde li ser milê ciwanan dikeve, ji ber vê yekê wan dewreyên perwerdeyê vekirine û ciwanan ji bo vê yekê bi rêxistin dikin. El- Xidir got, her wiha civîn zêde kirine da ku ciwanan ji xeteriyan hişyar bikin.

Îsmaîl destnîşan kir ku Tevgera Ciwanên Şoreşger hemû pêkhateyan di nav xwe de digire, erka wî ya sereke parastina gel û xaka herêmê ye. Îsmaîl anî ziman ku ew amadene bersiva her êrîşek li ser herêmên werin kirin, bidin.

Îsmaîl bi bîr xist ku armanca Tirkiyê ew e ku axa Sûriyê tevlî Tirkiyê bike û got: “Dê destpêkê ciwan rê nedin Tirkiyê ku armancên xwe bicih bîne.

Rêvebera Komîteya Jin a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Girê Spî Sozdar Mihemed jî got: “Jinên ciwanan ji niha û şûn wê nebin mexdûrê ti kesî ji ber ku di her aliyê siyasî, leşkerî û fikirî de perwerde bûne. Da ku xwe û welatê xwe biparêzin.”

Sozdar bang li hemû ciwnana kir ku tevlî tevgera ciwanan bibin, perwerde bibin û welatê xwe biparêzin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Mihemed Mûeyed El-Letîf tekez kir ku hewldanên dagirkeriya Tirk ên destdirêjiya li xaka welat red dikin.

Back to top button