Arşîv

Jinan dorpêça li ser Mexmûrê şermezar kirin

21 roje hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ambargo û dorpêç danîne li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) û rê nadin nexweş jî di nav de ti kes derbasî Hewlêrê bibin. Ji ber ku hêzên PDK’ê rê neda du jinên dûcanî biçin li gel bijîşkan pitikên xwe ji dest dan. Aktîvîstên jin ên Silêmaniyê li ser vê mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.

Aktîvîst û mamosta Şine Elî astengiya PDK’ê ya bûyî sedem ku du jinên dûcanî zarokên xwe winda bike wiha nirxand;”Divê aliyên peywendîdar dengê xwe derbixin. Lê ev berpirsyartî jî negirtine stûyê xwe ku ev jî diyare ku bi navê navendê de Wargeha Mexmûr bûye qurbaniya destê Hewlêr û Bexdayê. Ev astengî jî neya cara destpêkê ye. Vê carê jî ji ber sedema, ‘Senaryoya bûyera li Hewlêrê pêk anîne’ tê astengkirin. Timî bepirsyaran xelkê sivîl dikine qurbanî û xwe jê derbas dikin. Jin jî timî baca van dijberiyê û nakokiyan didin ku ji aliyekê ve tendirustî û ji aliyê din ve jî barekî giran ê derûnî.”

Şine rêxistin û çalakvanên jinan rexne kir û got;”Mixabin hinek rêxistin ser bi partiyan bêdengkirîne û yên ser bi xwe jî tên astengkirin û astnegiyên cur bi cur li hemberî wan tê pêk tînin. Lewma ev mijar mijarekî jinane û xema hemû civakê ye. Divê bi yekdengiya xwe piştgiriyê bikin. Eger bêdeng bin wê hêdî hêdî berfireh bibe û di hemû astengiyên din ên civakî belav bibin.”

Aktîsta jin Diyarî Ferîdun eşkere kir ku di aliyê mirovatiyê de ti yasayek nîne ku tendirustiya mirovan bikxîne metirsiyê de û rê li pêşiya kontrolkirina wan were girtin û got;”Li gel min gelek sûsrete ku rê pêşiya jinan were girtin û zarokên wan bibe qurbanî. Di demekî ku bawerim ku niha di rewşek derûnî ya gelek xirab re derbas dibin ku piştî 9 mehan zarok bi mirî were dinyayê.”

Diyarî diyar kir ku aliyên peywendîdar li ser rewşê bêdeng in û got;”Yên ji bo rê girtinê fermanê didin asayîşê divê rewşên wiha li ber çav bigirin ku jiyana wan welatiyan nekeve metirsiyê de. Tişta ku rû ji daye tawanek li dijî mirovatiyê ye. Şermezar dikim. Divê helwesta herî mezin li hember were nîşandan.”

Back to top button