Arşîv

Emîra Henawî: Ev kîja Herêma Ewle ye ku dê aşîtiyê ji herêmê re bîne?

HESEKÊ – Endama Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Serêkaniyê û ji pêkhateya Suryanî Emîra Henawî, gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Têkildarê mijarê Endama Komîteya Perwerdeyê ya bajarê Serêkaniyê ya Kantoan Hesekê û ji pêkhateya Suryanî Emîra Henawî, ji Aajansa me re nirxandin kir. Emîrayê got:”Em in Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Çerkes, Şîşan û Ermen. Divê em yekîtiya gelan her tev bigerin.”

‘Komkujiyên li ser gelan nayê jibîrkirin’

Emîrayê gef wekî dagirkerî da pênasekirin û wiha got: “Dewleta Tirk ji serdemên berê ve bi dewleteke dagirker, qirker û hebûna xwe li ser pişaftina dîrok û hebûna mirovahiyê dide avakirin. Gelo wê dîrok komkujiya Ermen, Aşûrî û Suryaniyan ên li Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îraqê ji bîr bike? Tevî ku gelê ku bi hezarê salan hebûn û dîroka xwe parastine, lê dîsa dewleta Tirk hewl dide ku wê serdemê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zindî bike.”

Ev kîja Herêma Ewle ye ku dê aşîtiyê ji herêmê re bîne?

Emîrayê mijara Herêma Ewle wiha analîz dike û dibêje: “Herêma Ewle nayê wateya ewlehiya herêmê, dagirkeriya herêmê nîşan dide. Ev kîjan Herêma Ewle ye ku dê aşîtiyê ji herêmê re bîne? Bi hinceta Herêma Ewle dixwaze herêmê dagir bike û hevbeşbûna gelan û yekîtiya wan belav bike. Di heman demê de rêxistin û hezkirina gelan, vala derbixe û tune bike, da ku berjewenndiyên xwe yên qirêj û dîroka xwe ya ji xwînê paqij nebûye, zindî bike û bide rûniştandin. Ango gel her di nava metirsê de bijîn.”

‘Divê gelê me li hember şerê taybet jî hişiyar be’

Emîrayê hevkariya hin hêzan bi Tirkiyê re û armanca wan wiha anî ziman: “Hevkarî tê wateya dagirkerî, dagirkerî jî tê wateya koçberiyê û dizîna dîrok û tunekirina hebûna gelan. Em baş dizanin ku hevkarên Tirkiyeyê di bin maseyan û pişt perdeyan de çi pilanê dikin. Lewra divê gelê me li hember şerê taybet jî hişiyar be û rê nede tevliheviyan, aştî û aramiya gelê herêmê bikin hedefa xwe.”

‘Divê em yekîtiya gelan her tev bigerin’

Emîrayê bi lêv kir ku pêwîstî bi herêmeke ewle tune ye û wiha got:”Tirkiyeyê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl daye ku rê li ber çareserkirina kaosa Sûriyeyê were girtin, da ku sûdê jê bigire. Tirkiye sedema hilweşandin û rûxandina Sûriyê ye. Divê êdî destê xwe ji Sûriyeyê bikşîne da ku gel êdî bi rengekî aşîtî dûrî xwînrijandinê bijî. Gelê ku li gorî ola xwe ya mislimantiyê dimeşiya, DAÎŞ hat û ew gel li gorî ola xwe ya li gorî berjewendiyên xwe bi teşe kir. Gel perwerde kir û xirabî di nava gelan de belav kir. Divê gelê Suryanî û hemû gelên bi komkujiyê re rû bi rû mane, komkujiyên der heqê wan de pêk hat, ji bîr nekin û li hember dagirkerî û gefên Tirkiyeyê serî hildin. Em in Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Çerkes, Şîşan û Ermen. Divê em yekîtiya gelan her tev bigerin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27