Arşîv

‘Divê em hemû Kurd bibin yek’

MEXMÛR – Di 6’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrişî Mexmûrê kiribû û di encama berxwedanek mezin de wargeh ji çeteyan hatibû paqijkirin. Îro bi munasebeta 5’emîn salvegera êrîşên li ser Mexmûrê Saziya Malbatên Şehîdan merasima biraninê li dar xist.

Di 6’ê Tebaxa 2014’an de DAÎŞ’ê êrişî Mexmûrê kiribû û di encama berxwedanek mezin de wargeh ji çeteyan hatibû paqijkirin. Îro bi munasebeta 5’emîn salvegera êrîşên li ser Mexmûrê Saziya Malbatên Şehîdan merasima biraninê li dar xist. Berî merasîmê deqeyek rêz ji bo têkoşerên azadiyê hat girtin. Di merasîmê de li ser navê komîteya çalakiyê Huseyîn Seyhan wiha got:”Beriya çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê wargehê bikin, em çûn me bi hizbên li heremê re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de ji me re gotin em ê vê herêmê bernedin û em ê biparêzin. Me biryar da ku ji bo qetliam çênebe em gel ji wargehê derbixin. Me gel derxist û kesên ku dikaribûn li dijî DAÎŞ’ê şer bike man. Li dijî DAÎŞ’ê me xwe parast.”

‘Divê em hemû Kurd bibin yek’

Huseyîn herî dawî wiha got:”Li dijî dagirkerî û ambargoya li ser gelê Mexmûrê tê kirin bila Gelê Kurd ê Başûrê Kurdistanê bibe yek. Divê em hemû Kurd bibin yek. Bila partiyên siyasî deng bidin banga KNK’ê û li derdora yekîtiya neteweyî bibin yek.”

Back to top button