Arşîv

Jinên Tebqayê li dijî gefên dagirkeriya Tirk meşek li dar xistin

Bi dehan jin ku meşale hilgirtibûn, li pêş avahiya Rêveberiya Jinan a bajarê Tebqayê kom bûn. Meş ber bi Navenda Çand û Hunerê bi diruşmên hemleyê”Em bûn yek, biserketin, em ê li ber xwe bidin da ku biparêzin” û şermezarkirina gefên Tirkiyê dest pê kir.

Meşvan li pêş Navenda Çand û Hunerê rawestî. Piştre bi navê Rêveberiya Jinan a herêma Tebqayê axaftin hat kirin û tekez kir ku gefên Tirkiyê bi armanca dizîna xêr û bêrên herêmê û derbkirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tunekirina projeya neteweya demokratîk in.

Bi navê jinên herêmê, bêdengiya navdewletî der barê van gefan de hat şermazarkirin. Her wiha jî jinan misoger kir ku dê bê tevger nemînin û li ber xwe bidin heta ku bihaya wê rihê wan be jî. Dê li ser şopa şehîdan heta serkeftin û rizgarkirina tevahî xakên dagirkirî û di serî de Efrîn, bimeşîn.

Ji aliyê xwe endama Koordînasiyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesra Ebaka anî ziman ku ev meş ne yê yekê ye û ne jî yê dawiyê ye. Dê çalakiyên şermezarkirina dewleta dagirker a Tirkiyê heta serkeftin û bibawîkirina dagirkeriyê, bedomin.

Back to top button