Arşîv

Mamosteyên Dêrazorê gefên Tirkiyê red kirin

Di çarçoveya rêzeçalakiyên hemleya ku jinên herêmên rizgarkirî (Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrozorê) di 23`yê Tîrmehê de bi dirûşma “Em bûn yek û bi ser ketin, na ji dagirkeriya Tirkiyê re” dabû destpêkirin, mamosteyên Dêrazorê daxuyaniyek da raya giştî.

Mamosteyên Dêrazorê ji bo şermezarkirina gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li Akademiya Mamosteyan a li Mihêmîdiyê ya girêdayî navçeya Kesra ya gundewarên rojavayê Dêrazorê li dar xist.

Di çalakiyê de bi dehan endamên saziyan û Rêveberiya Jinan a Dêrazorê û jinên ciwan amade bûn.

Endama rêveberiya Komîteya Perwerda û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê Mereh Şiwêx daxuyanî xwend, daxuyanî wiha ye:

“Bi navê jinên azad û hemû mamosteyên Dêrazorê, belavkirina aştiyê û ewlehiyê li dijî şer û fesadê dikeve ser milê me. Em ji dijminan re ku gefan li xaka me dixwin, dibêjin em ê bi hemû hêza xwe li pêşiya tank, balafir û çeteyên we bisekinin. Em hemû êrîşên li ser xaka xwe red dikin, civaka me azadiya xwe bi xwîna şêniyên xwe ava dike.

Na ji hemû kesên dixwazin vîna me têk bibin. Civaka me bindestiyê qebûl nake, xaka me ya me ye û kes nikare derbasî wê bibe.”

Back to top button