Arşîv

Li dijî êrîşan jinên Şehbayê daxuyanî dan

ŞEHBA – Bi pêşengtiya Hevjînên Berxwedên a Herêma Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê kiryarên dewleta tirk ên li ser jinên li herêmên bi êrîşan rû bi rû dimînin li kampa Serdem a Şehbayê daxuyanî hat dayin û jinan banga jinên cîhanê kirin ku li hember kiryaran serî hildin.

Ji bo şermezarkirina kiryarên ku li ser jinan li herêmên bi êrîşan rû bi rû tên hiştin, tên kirin, hevjînên Berxwedêran a herêma Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek li kampa Serdemê dan, bi beşdarbûna hemû hevjînên Şehîdan a Herêma Efrîn û Şehbayê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ala Meclîsa Malbatên Şehîdan hatin hilgirtin. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hat xwendin. Bi zimanê kurdî ji aliyê hevjîna Şehîd Rifet, Şervîn Rifet hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:”Tê dîtin em di demê hebûn û tunebûnê de dijîn, lê berçave bi berxweda û îradeya xurt serkeftin tê qezenckirin, ji ber vê yekê dijminên mirovahî û aştiyê her cureyên şerên siyasî, aborî, taybet leşkerî didin meşandin bi armanca kontralkirina hêzên çalak ên civakê. Di van demên dawî de hêzên hegemonîk êrîşên xwe li ser her çar perçeyên Kurdistanê dijwartir dikin bi daxwaza tunekirina doza azadiyê, hedefgirtina pêşengên me û dagirkeriya axa berhemdar û pîroz axa Mezopotamiyeyê.

Ji bo pêkanîna armancên xwe her dem me bi komkujiyan re rû bi rû dihêlin û herî zêde li ser jinan û zarokan bandor dike, ji Şengal û Kobanê bigire dest heta Efrînê bûyerên revandin, qirkirina çandî, guhartina demografîk û destdirêjiya li ser jinan dubara dibin ya ku dihêle mirov xwe bikujin da ku di nav bê rûmetiyê de bijîn.

Heta ku cewherê jinê di tariyê de ye wê xwezaya civakê jî ronahî nebe, ji bo vê yekê jî me weke jin tê xwestin li dijî zihniyeta desthilatdar têbikoşin, hêza xwe di lêgerîna heqîqetê de derxînin pêş, biryarên rast di hemû aliyên jiyanî de bistînin, parastina nirxên şoreşê bikin û xwedî li xeta jina azad derkevin.

Li ser vî esasî em silavên xwe ji hemû jinên berxwedêr re bi rê dikin. Daxwaza xurtkirina têkoşînê dikin û her dem li ser piya bin, kiryarên xirab ser jinan tê meşandin em şermezar dikin. Banga me ji hemû saziyên mirovî yên navnetewî re ku xwedî li mafê gelên êş dikşînin derkevin û li hember bûyerên bê exlaqî helwest bidin xuyakirin û di bêdengiyê de nemînin.”

Daxuyanî bi diruşmên “Jin jiyana azadî” û “Şehîd namirin”, bi dawî bû.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27