Arşîv

‘Denîz di karê ragihandinê de lêgerîna xwe xurt kir û bû şopdara heqiqetê ‘

QAMIŞLO – Bi boneya 5’emîn salvegera şehadeta Rojnemevan Deniz Firat, rêhevala wê Rojnemevan Cîhan Murad axivî û got: “Çawa di qadên parastinê de Denîz li pêş bû, di karê ragahandinê de jî çalak û her dem li pêş bû.”

Leyla Yıldıztan (Denîz Firat) di 8’ê Tebaxa 2014’an de di dema şopandina şerê di navbera çeteyên DAIŞ û têkoşerên azadiyê yên li Wargeha Mexmûr (Ş. Rustem Cudî) bi giranî birîndar dibe û wê radikin yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê û li wir jiyana xwe ji dest dide. Gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, bi hezaran rojnemevan û malbat, cenazeyê Rojnemevan Deniz Firat li Gundê Xecê Xatûnê yê Wanê li ser milê rojnamevanan defin dikin. Rojnemevan Cîhan Murad bi wesîleya 5’emîn salvegera şehadeta rojnemevan Deniz Firat axivî û behsa kesayet û bîranînên Deniz Firat kir.

‘Denîz kesayetek serhildêr bû’

Cîhanê di destpêka axaftina xwe de bahsa naskirina Denîz Firat dike û wiha dibêje: “Min Denîz di sala 1999’an de li çiyayê Feraşînê nas kir. Wê demê gelek ciwan bû û bi xwe jî zaroka Feraşînê bû. Hevala Denîz di temenekî gelek ciwan de tevlî nav refên azadiyê bû. Sekna xwe di nav rêxistinê de diyar kir û xwe perwerde kir. Wekî kesayetek bi exlaq û bi rêxistin mezin bû û li ser vê bingehê xwe ava kir. Denîz serhildêr bû û wiha jî dihat naskirin.”

‘Tevgera Denîz bi heval û mirovan bi heqiqet bû’

Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de behsa hevaltiya Denîz Firat kir û wiha domand:”Denîz di şert û mercên pir zehmet de jiyabû ji bo wê, erzan nêzî tiştekî nedibû, dema mijar mirov an jî hevaltî dibû, tu caran erzan nêz nedibû. Nêzikatiya Rêheval Denîz ji heval û mirovan re pir manewî û bi heqiqet bû. Di wan salan de asta zanebûnê zêde nebû, lê belê di Denîz de di wê demê de jî lêgerina heqiqetê hebû. Lêgerinvanek her tiştî digeriya, li cewherê mirovan digeriya. Di zarokatiya xwe de bi zehemetiyan re rû bi rû ma bû, ew yek jî di wê de bûbû kesayetek. Denîz di wî temenê de bi çiya, mirov, xweza û dijmin re şer dikir, ji bo wê di kesayeta xwe de hêzkirin ava kiribû.”

‘Denîz di karê ragihandinê de lêgerîna xwe xurtir kir’

Cîhanê dewama axaftina xwe de behsa pêşketinên Denîz kir û wiha dom kir: “Dem bi dem em ji hevdu qut dibûn, lê belê me hevdu didît û li qadê wekhev me xebat dikir. Di her aliyê parvekirina me bi hev re hebû. Denîz naskirin şansek mezin bû. Em ne gel hevdu bûn, lê belê karê me ragihandin bû. Denîz bi karê ragihandinê lêgerîna xwe xurtir kir û bû şopdarê heqiqetê. Di temenekî ciwan de beşdarî nava qada têkoşînê bû. Dema tevlî tevgera azadiyê bû çanda rêxistinê di kesayetê xwe de ava kiribû di aliyê nivîs, edebî û helbestan jî xwe pêş xistibû, dema derbasî xebatê ragihandinê jî zêdetir xwe pêş xist. Ev pêşketina hevala Denîz diyalektika PKK’ê nîşand dide. Dema kesek di temenekî ciwa de tevlî rêxistina azadiyê dibe û bi vê çandê mezin dibe pêşketinên mezin di kesayeta wan de çêdibin.”

‘Di karê ragihandinê de çalak û li pêş bû’

Cîhanê behsa şehadeta Denîz Firat kir û wiha dewam kir: “Herî dawî li qada Mexmûrê me hevdu dît. Çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkan re êrîşî Mexmûrê kirin. Ez salên wê di nav şoreşê de li ber çav derbas dikim, di her şert û mercan de li pêş bû, tu caran xwe di paş de nedihêşt. Cewhera wê çibû li her derê jî wiha bû. Çawa di qadên ji bo têkoşîna azadiyê de pêş bû, di karê ragihandinê de jî çalak û li pêş bû. Di wê riyê de jî şehîd bû. Ji bo tevgera azadiyê, ragihandinê û Gelê Kurd hundayiyek pir giran bû. Di karê ragihandinê de xwe di her aliyê de pêş xistibû û li pê heqiqetê bû.”

‘Di navbera mirovan de têkiliyek ji dil dabû avakirin’

Cihanê herî dawî hêstên xwe wiha parve kir: “Ji bo min hundakirina Denîz êşek pir kur û mezin bû. Denîz cudabûyîn û hevaltiya xwe dabû hîskirin. Di jiyanê de acizî û kêyfxweşî her dem heye, di navbera mirovan de têkiliyek ji dil dabû avakirin. Tiştek dema di nav heqiqetê de be, di hundir de be zû bi zû qut nabe û kevin nabe.”

Back to top button