Arşîv

Hunera destên jinê ya li ber lampeyê

HESEKÊ – Jinên bajarê Serêkaniyê bi bedewiya dilê xwe û xweşikbûna hestên xwe, hunera xwe ya destan pêşkeş dikin. Yek ji jinên bi huner jê Sakîne Silêman e. Sakîne bi keda destên xwe kum, lepik, rûyê lihêfan, rûyê doşekan, lûfik, şalê jinan çê dike û dibêje:”Huner mîna bazinekî zêr e, mirov biçe ku derê jî, dikare bi kar bîne.”

Jin parêzvana çanda resen a civaka kevnar e. Dibe ku di serdemên dîrokê de teknolojî pêş ketiye û gelek mirov hene xwe nawestînin, her tiştên amade dikirin, lê Sakîne Silêman a ji bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê, tevî ku 58 salî ye, hîn jî hunera xwe ya destan didomîne. Sakîne ya ku bi keda destên xwe hunera xwe pêşkeş dike wiha dibêje:”Ez ji dayika we fêrî hunera destan bûm. Dayika min her dem ji min re bi her hawî bû alîkar. Niha mîrateya wê didomînim.”

‘Ew kêliya ku min ta û derziya dayika xwe dizî da ku fêr bibim, ji bîr nakim’

Sakîneyê kêliyên zaroktiya xwe ya fêrbûna vê hunerê wiha rave dike: “Di 12 saliya xwe de min xwe li dayika xwe dikir bela tenê da ku ez fêr bibim. Gelek caran bi min dikeniyan û digotin tu yê fêr bibe? Bi vê gotina wan xwesteka min a fêrbûnê zêdetir bû û her ez li peyî dayika xwe bûm da ku lê mêze bikim û ji destê wê fêrî çêkirina amûran bibim. Di destpêkê de çawa gul hewl dide ji bin erdê şîn dibe ez jî wisa bûm. Ew kêlî qet ji bîra min naçe dema ku min ta û derzî ji dayika xwe dizî û li quncikekê rûdiniştim û min dest bi çêkirinê dikir.”

‘Di wê kêliyê de baskê min hebûya ez ê bifiriyama’

Sakîneyê diyar kir ku carekê bavê min got ji te ev nîv wereqe ji xwişka xwe re ta û derziyê bîne da ku fêr bibe, di wê kêliyê de baskê min hebûya ez ê bifiriyama û wiha dom kir: “Gelek caran min lêdan ji dayik û bavê xwe dixwar, ji ber digotin keça min tu çêneke dê çavê te biêşin. Lê dema ku min tiştek kir serê xwe ez ê pêk bînim temen çi dibe bila bibe. Ji wê demê de êdî ez fêrî çêkirina tentena bûm, min alîkariya cîranê xwe jî dikir. Roja ku min tiştek çênedikir min hîs dikir ku ez nexweş im. Dema min tiştên destan çêdikir, hem sebra min dihat hem jî min parastina çanda xwe dikir. Dema ku ez zewicîm jî min karê mala xwe bi dest ango bi ta û derziya xwe çêkir. ”

‘Min neqişên xweşik ji rojname, televizyon û kovara çandê, digirt’

Sakîneyê da xuyakirin ku wê gelek neqiş li ser rojnemeyan didît û li gorî wê tentene çêdikir û wiha pêde çû: “Min rojname, televizyon û kovarê çandê dişopandin, eger min tiştekî xweşik bidîta min hema ta û derziya xwe dianî û dest bi çêkirina wê dikir. An jî eger min li asîmana mêze dikir û ji nişkê ve min dît teyrek derbas bû min ew teyrek li ser cawekî neqiş kir. Ez di vî aliyê de pir afrîner bûm.”

‘Li ber lempê û di reşayiya şevê de heta berbangê dixebitîm’

Sakîneyê ew salên ku hevserê wê leşker bû tîne ziman û wiha dewam kir: “Dema ku hevserê min leşker bû li cem Rêjîmê, min barê xwedîkirin û perwerdehiya zarokan da ser milê xwe, min bi çêkirina tentena û firotina wê li bazaran, debara xwe dikir û zarokên xwe mehrûmî tiştekî nekir. Wê demê ceyran nebû, min lempe danî ber xwe û di wê reşayiya şevê de heya saetê siharê û berbangê, dixebitîm. Rojekê cejn hat û hevserê min leşker bû û pere tunebû ku ez kincan ji zaroka xwe re bikirim, piştî fikrekê û di şevê de min dest bi çêkirina kincekî Kurdî kir heya siharê min xilas kir û keça min cejna xwe wekî rêhevalên xwe pîroz kir. Kêliyên pir zehmet bûn, lê ji min re bû mîna waneyekê ku jin divê destê xwe li ber kesî venegre.”

‘Çeteyan êrîş kir berhemên min ên bi dehê salan dizîn’

Sakîneyê bi dilekî xemgîn got Cebhet-El-Nusra û Artêşa Azad êrîşî Serêkaniyê kirin û berhemên min ên dîrokî dizîn û wiha dom kir: “Gelek amûrên ku min çêkirin çeteyan dizîn û şewitandin. Karê destan mîna bazinekî zêr e di destê mirovan de ye, tu biçî ku derê jî hunera te di destê te de ye.”

‘Çeka min ta û derziya min e’

Sakîneyê teqez kir ku yê xwedî li çanda dayik û bavê xwe dernekeve û xwestekên xwe pêk neynin ev ji bo wan şermeke û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her mirovek hunera wan heye, şervan bi çeka xwe şer dikin, rewşenbîr bi pênûsa xwe rastiyan dinivîsin û ez jî bi ta û derziya xwe hunera di mejiyê xwe de neqiş dikim.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27