Arşîv

Kongreya Star li dijî dagirkeriyê pêngava çalakiyan da destpêkirin

Li ser vexwendina Kongreya Star bi hezaran şêniyên herêma Efrînê (kantonên Efrîn û Şehbayê) ji bo şermezarkirina kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên ji gundê Ehdasê yê Şehbayê heta qada gunê Marata El-Mislimiyê meşiyan. Di meşê de alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan, wêyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û yên şehîdan hatin hildan û dirûşme hatin berzkirin.

Li qada gundê Marata El-Mislimiyê deqeyek rêz hate girtin. Rêvebera Kongreya Star Wehîda Xelîl axivî “Em soz dikin ku em ê bi serhildanan û şikandina dagirker û çeteyan şêniyan rizgar bikin.”

Piştre daxuyaniya Kongreya Star bi zimanê Kurdî ji aliyê Şervîn Rifet û bi zimanê Erebî ji aliyê Narîman Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bi rihê berxwedana Serdemê di qonaxa duyemîn de û têkoşîna li Şehbayê em ê asta têkoşînê û çalakiyên xwe yên rêxistînî û civakî di hemû astan de mezin bikin. Ji bo avakirina jiyaneke azad û arman li dijî feraseta dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bila em ji fedayetiyê re amade bin. Dagirkeran kiryarên dermirovî û sûcên herî hovane derheqê sivîlan de pêk anîn.

Jinên Efrîn û Şehbayê dikarin bêyî zarokên xwe bijîn lê nikarin bê rûmet bijîn.

Armanca sereke ya êrîşa hovane qirkirina gel û derbekirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Piştî dagaiarkirina Bab, Cerablus, Idlib û Efrînê dewleta Tirk niha jî daxwaza avakirina herêmeke ewle li rojhilatê Firatê dike da ku bi erêkirina navdewletî û baziraniya bi penaberên Sûriyê re bi dewletên Ewropayê planên xwe pêk bîne û bi rêya lihevkirinên nû herêmê parçe bike.

Bi navê jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li tevahî cîhanê û raya giştî dikin ku hesasiyeta pêvajoya li Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriyê bi taybet nas bikin. Armanca vî şerê têkbirina ewlehî û aramiya herêmê ye, her wiha ji nû ve zindîkirina DAIŞ‘ê ye. Em li hemberî dagirkeriyê bisekinin û ji bo welatê xwe têbikoşin. Di berxwedan û parastina destkeftiyên xwe de em bi israr in.

Li ser vî esasî, em bang li hemû gel, jin ên ji yekitiya Sûriya demokratîk bawer dikin ku sînorekî ji gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin.

Em jinên herêma Efrînê em bi rihê şehîdên aşiqên azaadiyê Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Eylem Têkoşîn, Bêrîvan û Meryem şoreşa xwe biparêzin.

Back to top button