Arşîv

‘Yekîtiya jinan ew ê dagirkeriyê têk bibe’

KOBANÊ – Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl di derbarê Kampanyaya Rêxistina Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ û dagirkeriyê têk bibe” daye destpêkirin de axivî. Mizgînê got:”Ev kampanya ji bo pêşketina têkiliya di navbera gelan de girîng e. Ji bo parastina axa xwe û rûmeta xwe em her li ser piyan e.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê Mizgîn Xelîl di derbarê armanca Kampanyaya Rêxistina Kongreya Star a bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ û dagirkeriyê têk bibe” daye destpêkirin de axivî. Mizgînê bi lêv kir ku heta ku ew li ser piya bin ew ê axa wan neyê dagirkirin û wiha got:”Ji bo axa me neyê dagirkirin divê em her li ser piya bin. Heta ku em xwe neparêzin kesek me naparêze. Loma ji bo parastina rûmet û nirxên xwe kampanyayên bi vî rengî girîng in.”

‘Kampanya ji bo parastina welat, nirx, şoreş û destkeftiyan e’

Mizgînê di destpêkê de armanca hemleyê wiha vegot: “Hemleya ‘Ji bo guhertin û veguhertinê rabe ser piyan’ bi armanca guhertin û veguhertina zihniyeta zayendperset a di civakê de wê bihata destpêkirin. Lê ji ber rewşa awarte li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev hemle hat paşxistin. Li gor ku hatibû pilankirin, wê hemle di 19’ê Tîrmehê de bihata destpêkirin, ji ber ku şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinê mezin bû. Me jî xwest ku em di wê dîrokê de ragihînin. Lê ji ber gef û kiryarên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, me pêwîstî dît ku em nav û naveroka hemleyê biguherînin. Dirûşma kampanyaya me bû “Ax û rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ û dagirkeriyê têk bibe”bibe. Her wiha hemleya me ji bo parastina nirx û destkeftiyên şoreşa Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.”

‘Yekîtiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê dagirkeriyê têk bibe’

Di domandina axaftina xwe de Mizgînê bal kişand ser gefên dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk her car bi şêwazek nû êrîş û gefên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dubare dike. Herî zêde ew şoreş, destkeftî û pergala me hedef digire, loma dixwaze bi riya kiryarên xwe bandorê li ser derûniya gelê me bike û rê li ber koçberiyê veke. Hemleya me bersiva van gefan e ku çawa agirê şoreşa me bi hêz û îradeya jin roj bi roj xurt bû û şaxên xwe li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav kir. Em ê weke jin careke din gefên li ser herêmên xwe têk bibin.”

‘Ji bo parastina welatê xwe hemû jin beşdar bibin’

Endama Koordînasyona Kongreya Star Mizgîn Xelîl di dawiya axaftina xwe de banga beşdariya ji kampê re kir û got: “Naveroka hemleya me herî zêde meş, mitîng, daxuyanî û platform in. Kampanya bi pêşengiya Kongra Star, lê hemû sazî û rêxistinên jin, her wiha jinên ku cihê xwe di saziyên giştî de jî digirin, bi rengê xwe beşdarî hemleyê bibin. Mebesta me ji ragihandina pêngava li Kobanê jî, ku ev bajar qada berxwedan û têkoşîna jinan bû. Ji ber vê banga me ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re heye ku ji bo parastina axa xwe beşdarî hemleyê bibin. Bi yekîtî, berxwedan û têkoşînê em ê bikaribin şoreşa xwe biparêzin û hemû êrîşên li ser welatê xwe têk bibin.”

Back to top button