Arşîv

Dijmin wê têk biçe, berxwedan wê bi ser keve

ŞEHBA – Gelê ku li Navçeya Şêrewa bi cih bûne nerazîbûnên xwe li hember gef û êrîşên dewleta tirk anîn ziman û wiha gotin: “Dijmin wê têk biçe, berxwedanê bi ser keve.”

Dewleta Tirk di dîroka 18’ê adara 2018’an de ket Efrînê û gel koçberî herêmên ewle bûn. Lê êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê li Navçeya Şêrewa û gundewarên Şehba didome. Şêniyên Navçeya Şêrewa nêrînên xwe di derbarê êrîşên dewleta Tirk de parve kirin.

‘Em Efrîn tu carî ji bîr nakin ‘

Şêrîn Ebdo a ji Efrînê êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: “Em nêzî salek û nîv ji cih û warên xwe derketine û li Navçeya Şêrewa bi cih bûne, êrîş û gefên dewleta Tirk li ser me didome, dixwaze me ji Efrînê qut bike, lê çawa me li Efrînê 58 rojan berxwedana xwe domand em ê li vir jî heya mirinê bidomînin. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk êrîşî Şêrewa dike. Em ji şewitandin û kiryarên wan natirsin. Em Efrînê tu carî ji bîr nakin.”

‘Em xwîna zarokên xwe li erdê nahêlin’

Zeloh Reşîd diyar kir ku xwîna zarokên me erdê namînin û wiha domand: “Li Efrînê min zarokê xwe fedayî axa Efrînê kir, dewleta Tirk êrîşên xwe yên hovane ser me anî û milkên me talan kirin, lê em ê vegerin Efrînê û xwîna zarokên me li erdê namîne.”

‘Em gundê xwe ji dijmin re nahêlin’

Jina bi navê Aytan Memo a ji gundê Saxûnekê ye axivî û got: “Em ji Saxûnekê dernakevin, dewleta Tirk çi dike bila bike em de ji axa xwe bernadin. Em ne ji êrîş û ne ji gefên dewleta Tirk ditirsin. Erdogan hat mal û milkên me talan kir, em gundê xwe ji dijmin re nahêlin.”

‘Zeviyên me dişewitînin’

Ayşe Mele jî şewitandina zeviyan û milkan şermezar kir û got: “Dewleta Tirk zevî û darên me şewitandin. Em nikarin biçin nav erdê xwe û xizmeta darên xwe bikin. Em ji gund û erdê xwe dernakevin û wî şermezar dikin. Efrîn bi destê Amerîka û Rûsiya hat dagirkirin.”

‘Zarok dibêjin Efrîn’

Narîn Mehemed Elî a ji gundê Saxûnekê ye hestên xwe wiha anî ziman: “Dewleta Tirk her tim êrîşî me û gelê sivîl dike û wan qetil dike. Armanca dewleta tirk ew e em ji gundê xwe derkevin, lê ev xwestek pêk nayê. Heta zarokên biçûk dibêjin em Efrîna xwe dixwazin.”

‘Em Efrînê dixwazin’

Zaroka bi navê Yûsêf Muhemed Elî ya 10 salî ye êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got: “Dewleta Tirk nahêle em rakevin, her tim top û tivingên xwe bi ser me de dişînin, lê em ji topên wî natirsin, erd erdê me ye ne yê Erdogan e. Em Efrînê dixwazin.”

‘Em dev ji erdê xwe bernadin’

Zaroka Muhemed Elî jî axivî û wiha got: “Erdogan êrîşî me dike ji bo me bitirsîne, lê em natirsin erd erdê me ye, erdê me şewitandin malê me hilweşandin lê dîsa em dev ji erdê xwe bernadin.”

‘Sonda me rizgarkirina ji bo Efrînê ye’

Muhemed Şukrî jî axivî û got: “Dewleta Tirk Efrîn dagir kir dixwaze Navçeya Şêrewa û Şehbayê jî dagir bike, lê em vê yekê qebûl nakin û nahêlin careke din dewleta tirk erdê me talan bike û dagir bike. Erdogan tu bi avakirina dîwaran nikare me bitirsîne û axa me dagir bike, em soz didin em ê axa xwe rizgar bikin.”

Back to top button