Arşîv

‘Dê gel bi rihê serkeftinê cejnê pîroz bike’

HESEKÊ – Li hember gefên dewleta Tirk Gelê bajarê Serêkaniyê amadekariyê pêşwazîkirina cejna Qurbanê dikin û dibêjin:”Em ji dewleta Tirk natirsin, em ê Cejna Qurbanê pîroz bikin û em dixwazin êdî aşîtî pêk were.”

Aloziya di nava Sûriyeyê de hîn didome. Hêzên hegemon û xêrnexwazê aşîtiyê, temenê aloziyê dirêjtir dikin. Lê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwebirêxistinkirin û têkoşîna guhertina hişmendiya desthilatdariyê, dewam dike. Li dijî gef û êrîşên Dewleta Tirk ên li hember xaka Sûriyeyê bi taybet bajarê Serêkaniyê û Kantona Girê Spî, gel xwe birêxistin dikin û niha amadekariyên pêşwazîkirina xwe ji bo Cejna Qurbanê dikin. Jinên ku amadekariyên Cejna Qurbanê dikin dibêjin:”Em ê li dîjî dijmin hem têbikoşin hem cejna xwe pîroz bikin.”

‘Tevî her tiştî em ê cejna xwe pîroz bikin’

Sûad Sîno a ji bajarê Serêkaniyê ye ku niha amadekariya cejnê dike wiha dibêje: “Em îro daketin bazarê û ji zarokên xwe re cil û bergan dikirin da ku cejna qurbanê pîroz bikin. Em spasiya hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) û (Hawarî) dikin, bi şev û roj li ber germahiya tavê, disekinin û me diparêzin, xwedê wan biparêze. Tevî her tiştî em ê cejna xwe pîroz bikin”

‘Bi têkbirina dijmin û dagirkeran cejna me dibe du cejn’

Gulê Silêman jî dibêje gefên Tirkiyê me natirsînin û wiha dom kir: “Em tu carî ji gefên Tirkiyeyê natirsin û em ê cejna xwe jî pîroz bikin. Çiqas Erdogan gefan dixwe, ewqasî hêza me xurtir dibe. Bi têkbirina dijmin û dagirkeran cejna me dibe du cejn.”

‘Dê gel bi rihê serkeftinê cejnê pîroz bike’

Rûqeya Ehmed ji pêkhateyên Ereb e diyar kir ku Erdogan hember gel şerê taybet dide meşandin û wiha dewam kir:”Ev çend sal in Erdogan êrîş dike lê tiştekî bidest naxe. Îro jî gefên wî tê wateya ku şerê taybet û derûnî li hember gelê herêmê dide meşandin, lê bila xwe zanibe ku em natirsin û Ereb, Kurd, Suryan, Şîşan û Çerkes yek in û eger were xwestin jî em ê bibin mertalê zindî li dijî dagirkeran. Tevî ewqas gef jî em ê cejna xwe ya qurbanê bi hêviya têkbirina dagirerkan pîroz bikin.”

‘Hêviya min ew e aşîtî li Sûriyê pêk were’

Şêrîn Newaf jî hêviya xwe ya Cejna Qurbanê wiha anî ziman:”Bi îrade û berxwedana gel mabe jî dê Erdogan binkeve û hêzên QSD’ê bi ser bikeve. Bila êdî bes xwîna gel, jin û zarokan neyê rijandin û nebin qurbana polîtîkayên dijminan. Hêviya min ew e ku bi vê cejnê re aşîtî li tevahî Sûriyeyê, pêk were.

Back to top button