Arşîv

Kongreya Star li dijî gefên Tirkiyê bang li jinan kir

Bertekên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî gefexwarinên Tirkiyê yên li ser herêmê her diçe zêde dibe.

Îro bi sedan jinên herêmên Reqa, Minbic, Tebqa, herêma Firatê li Parka 19‘ê Tîrmehê kom bûn.

Jinan pankartên “Em bûne yek em biser ketin, em ê li ber xwe bidin ta biparêzin, na ji dagirkeriya Tirk re”, “Xak û rumeta xwe bi parêzin” û “Parastina rûmeta jinên Şengalê parastina hembûna jinan e”, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û şehîdên şoreşa Ba Bakur û Rojhilatê Sûriyê alên Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hilda bûn.

Meş ji Parka 19‘ê Tîrmehê ber bi qada Jina Azad a navenda bajarê Kobanê ve dest pê kir. Di meşê de dirûşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bênavber dihatin berz kirin.

Meş li qada Jina Azad rawestiya û veguherî mîtîngê.

Rêvebera Komîteya Têkiliyan a PYD‘ê Eyşe Efendî axivî û anî ziman ku gelên herêmê biryara serkeftinê dane û ji jiyaneke azad û bi rumet şehîd dane. Eyşe got: “Em ji tekoşînê paş de venagerin, heta serkeftinê em ê li be xwe bidin.”

Piştre li ser navê Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê endama koordînasyonê Evîn Siwêd bi zimanê Kurdî ji aliyê Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Madîln Berkel ve hate xwendin.

https://www.hawarnews.com/kr/haber/kongreya-starax-rmeta-xwe-biparze-das-dagirkeriy-tk-bibe-h20182.html

Mîtîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwendaa gelên herêmê azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana jin bi dawî bû.

Back to top button