Arşîv

`Ax axa me ye, ji mafê me ye em wê biparêzin`

Çalakiya mertalên zindî li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê li kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 23`yan de berdewam e.

Îro endamên Kongreya Star berê xwe dan taxa Munbetih li nêzî sînorên herêmê bi Tirkiyê re û tev li çalakiya mertalên zindî bûn. Di çalakiyê de Kongreya Star daxuyanî da raya giştî.

Daxuyanî ji hêla hevserokatiya Komîteya girêdayî meclisa kantonê Fedeya Şerîf ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye;

Aloziya Sûriyê li Bakurê Sûriyê piştî gefên dewleta Tirk a dagirker a bi serkêşiya AKP`ê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirin mîna Efrîn, Bab, Ezaz û Cerablusê, her wiha piştî ku tinekirina DAIŞ‘ê ji aliyê QSD‘ê ve bi saya bi hezaran şehîdan derbasî pêvajoyek hesas û çaranûsî bû. Çeteyên DAIŞ`ê ne tenê li Sûriyê lê belê li gelek herêmên cîran sûcên der mirovî der heqê sivîlan de pêk anîn. Bi taybet li dijî jinan li Şengalê, ji destavêtin, kuştin, revandin û firotina wan di nav sûkan de pêk anîn. Lê bi saya YPG û YPJ`ê şêniyên Şengalê rizgar bûn û piştî tunekirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê şêniyên mayî hatin rizgarkirin.

Tikriyê bi gef û tehdîdên xwe têkbirina tevna civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê de ji Kurd, Ereb, Ermen û Turkman armanc dike. Şêniyên herêmê di çarçoveya fikr û felsefeya ronakbîr Abdullah Ocalan de, biratiya gelan, jiyana hevpar û aştî hêvî dikin û dixwazin mîna neteweyên din dûrî teror û kuştinê bijîn.

Planên dîrokî yên Tirkiyê di herêmê de hene, xeyalê Osmanî ew e ku herêmên Sûriyê dagir bike û demografyayê wê biguhere da ku wekî wîlayetekê bi dewleta Osmanî ve girêde. Di hundir de jî dewleta Tirk tevlihev bûye û nava krîzekî de ye. Her wiha siyasetên wê yên bi dewletên cîranî û têkiliyên wê yên navdewletî êdî nema fêde lêdike, ji ber ku destekê dide komên terorîst ên DAIŞ, Cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê û bi armanca têkbirina ewlehiyê welatên mîna Lîbya û Misrê destwerdanê dike.

Di dawiyê de weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em soz didin şehîdên xwe yên leheng ên ku ji bo azadiya jin û welêt canê xwe feda kirine, didin ku em ê şopdarên wan bin û dê xwîna wan vala neçe.

Em bi dirûşmeya `Ax axa me, em ê wê biparêzin û em ê mitîngeriya nû ya DAIŞ`ê ya ku Tirkiyê desteka wê dike tune bikin` bang li tevahiya jinan û gelên cîhanê dikin ku bi yekrêzî li hember dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Em bang li NY`î dikin ku dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê ava bikin û gefên Tirkiyê li dijî herêmê rawestînin. Her wiha peyama me bighînin tevahiya cîhanê ku em yek gel in, yek dil in, yek wijdan in û em ê di bin alekê de ew jî neteweya demokratîk e li berxwe bidin.`

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyên redkirina gefên Tirkiyê û silavkirina têkoşîna jin bi dawî bû.

Back to top button