Arşîv

Meclisa Jinên Sûriyê peyama Cejna Qurbanê da

“Ji bo gelê gelê me yê Sûriyê, cîhana Îslamî û bangewazên hezkirinê li her cihî, cejna we pîroz be û bi hêviya ku armancên wê bi cih werin.

Îsal Cejna Qurbanê li gel gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û kûrbûna nakokiyên navdewletî li ser parvekirina Sûriyê tê pêşwazîkirin. Ji me tê xwestin wekî gelê Sûriyê hevgirtina xwe ava bikin, berjewendiyên xwe yên teng bidin aliyekî da ku vê pêvajoya xeter derbas bikin.

Em Cejna Qurbanê li têkoşerên azadî û rûmetê pîroz dikin. Bi vê sewîleyê em şehîdên xwe bi bîr tînin û ji birînaran re şîfa lezgîn dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta wam temam bikin heta hêviyên xwe yên hevpar pêk bînin. Jinên Sûriyê dê bibin çira, rêber û pêşengên projeyê.”

Back to top button