Arşîv

Meha Şabo:Divê li dijî gefan gelê kurd bi rihê yekîtiyê tev bigere

HESEKÊ – Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Şabo derbarê êrîşên dewleta tirk ê li ser Rojhilat û Bakure Sûriyeyê de diyar kir ku ew ê li dijî hemû êrîşan her di nava berxwedanê de bin û wiha got:”Dîroka dewleta Tirk bi qirkirin, dagirkerî û kuştinê tê naskirin. Dîroka komkujiya li ser gelên Ermen, Aşûr, Suriyan û Kurdan li ber çava ne. Dîsa tê xwestin ku komkujiyên di dîrokê de bên dubarekirin. Lê divê em wekî gelê Kurd her dem li ser piya bin û destûrê nedin ku komkujiyên nû bên dubarekirin.”

Êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê didomin. Têkidarî mijarê de Cîgira Hevseroka Kantona Hesekê Meha Şabo bi lêv kir ku divê li dijî gefan gelê Kurd bi rihê yekîtiyê tev bigere û wiha got:”Ger em Kurd nebin yek û bi hev re tênekoşin em ê her dem bi qirkirin û komkujiyên nû rû bi rû bên hiştin. Ji bo pêşî li vê yekê bê birîn û li dijî gefên dewleta tirk divê em her di nava hewldana yekîtiyê de bin.”

‘Em ê bi rihê yekîtiya gelan tev bigerin’

Mehayê wiha got:”Dewleta tirk ji berê de bi dagirkerî û komkujiyên xwe tên naskirin. Loma divê em dîroka qirkirin û komkujiyan ji bîr nekin û her dem li dijî dewleta tirk têkoşîna xwe bikin. Ne tenê gelê kurd li ser gelê Ermen, Aşûr, Suryan û Şîşan jî komkujî pêk aniye. Dîsa dewleta tirk hewl dide ku serdema komkujî û qirkirinê îro li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê zindî bike. Lê divê em bibin yek û destûrê nedin ku dîroka reş bê dubarekirin. Em ê bi rihê yekîtiya gelan tev bigerin.”

‘Divê em jî wekî pêkhateyên herêmê bi rihê yekîtiya gelan tev bigerin ‘

Mehayê wiha dewam kir: “Armanca dewleta tirk qirkirina gelan e. Di Efrînê de komkujiya Sêfo û Sîmêl pêk hat îro jî dixwazin ev dubare bibe. Li hemberî van komkujiyan dewletên navneteweyî bêdeng mane û çavê xwe digirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Dewleta tirk yekîtiya gelan hedef digire. Divê em jî wekî pêkhateyên herêmê bi rihê yekîtiya gelan tev bigerin .”

Back to top button