Arşîv

Jinên Şengalê: Em hêvî dikin Cejna Qurbanê bibe sedema aştiyê

ŞENGAL – Jinên Şengalê bi musabeta Cejna Qurbanê nêrînên xwe anîn ziman û gotin:”Em hêvî dikin Cejna Qurbanê bibe sedema aştiyê. Em dixwazin hemû Cejnên Gelê Kurd û cîhanê bi aştî û azadî derbas bibin.”

Derbarê Cejna Qurbanê de jinên Kurd ên Êzidî diyar kirin ku ew her sal cejnên xwe bi dilekî şikestî pîroz dikin, naxwazin êdî tu kes cejnên xwe bi dilekî şikestî pîroz bikin û wiha gotin:”Ji bo aştî û azadiya mayinde wateya cejnan girîng in. Divê di roja cejnan de em hemû hêviyên xwe xurtir bikin.”

‘Ev berxwedan ew ê heta dawiyê bidome’

Jina bi navê Şîrîn Îdo di derbarê Cejna Qurbanê de wiha got:”Ez Cejna Qurbanê li Kurdên li welat û derveyî welat li hemûyan pîroz dikim. Her wiha ez cejna Mam Zekî û hemû şehîdan pîroz dikim. Ji bo aştî û azadiya mayinde wateya cejnan girîng in. Divê di roja cejnan de em hemû hêviyên xwe xurtir bikin. Çiqas jî ferman ji ser Gelê Kurd derbas bibe jî ew ê hêviya xwe winda nekin û cejna xwe pîroz bikin. Gelê me berxwe da û çek ser milê xwe kirin û li hemberî DAÎŞ’ê şer kirin. Ev berxwedan ew ê heta dawiyê bidome.”

‘Berê cejnê me hîn xweştir bû’

Dayika berxwedêran a bi navê Surê Xidir wiha hestên xwe anî ziman:”Ez di serî de cejna hemû şehîdan û dawiyê cejna gelê Kurd pîroz dikim. Her çiqas dilê me şikestî be jî em dîsa cejnên xwe pîroz dikim û hewl didin li ser piyan bisekinin. Berê cejnê me hîn xweştir bû. Amadekariya cejnê hîn bi coş dihat pêşwazîkîrîn. Lê tevî ku em bi fermanê rû bi rû hatin hiştin jî em ê her dem cejnên xwe pîroz bikin. Em hêvî dikin Cejna Qurbanê bibe sedema aştiyê. Em dixwazin hemû Cejnên Gelê Kurd û cîhanê bi aştî û azadî derbas bibin.”

Back to top button