Arşîv

Lîna Berekat: Em nalêhin kesek bihustek axa me dagir bike

QAMIŞLO – Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat di derbarê gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxandin kir. Lînayê got: “Em pişta xwe nadin tu hêz û dewletan. Ew hêza me heye ku em xwe biparêzin. Em nalêhin kesek bihustek axa me dagir bike.”

Êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê her diçe zêdetir dibe. Têkîldarî vê mijarê Endama Koordînasyona Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Bereket nêrînên xwe anî ziman.

‘Armanc ew e ku dest bi rijandina xwîna kurdan bike’

Lîna di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Em wek gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din rastî gefên dewleta tirk tên. Piştî ku dawî li çeteyên DAIŞ’ê di hindirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat, êdî dewleta Tikr dest bi gefan kir. Piştî dagirkirina Efrînê Erdogan îdia dike ku ew dixwaze ewlehî û aştiyê di hundirê Bakur û Rojhilarê Sûriyayê de ava bike û şer û xwînê bide sekinandin. Lê armanca wî ew e ku dîsa dest bi rijandina xwîna kurdan bike û şer ji berê gurtir bike.”

‘Tirkiye û Rûsya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina berjewendiyên xwe dikin’

Lînayê bi lêv kir ku Tirkiye û Rûsya parastina berjewendiyên xwe dikin û wiha domand: “Dewleta tirk û Rûsya li ser esasê berjewendiyên xwe durî berjewendiyê Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevger digere. Dewleta Emerika dema ku derbasî welatekî din dibe tenê berjewendiyên xwe diparêze. Hêzên navneteweyî di nav xwe de şerekî didin meşandin. Heta niha nefikirine ku pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin.”

‘Divê dawî li vê neheqiyê bê’

Lîna diyar kir ku Netewên Yekbûyî û dewletên navnetewî li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bêdeng in û wiha pêde çû: “Heta niha tu zext li Netewên Yekbûyî ne hatiye kirin ku van êrîşên dewleta Tirk rawestînin û destekê bide aştiyê, ewlehiyê û jiyana hevbeş. Li gorî ragihandinên derve itîfaqî di navbera Emerîka û Enqere yê de hatiye kirin li ser esasê lidarxistina operasyoneke leşkerî ji bo ava kirina koçberên ku li Tirkiyê dimînin yên ku hijmara wan gihiştiye 3 milyon kes derbasî wê derê bikin. Ev jî wek derbeyekê li pişta me dixin, her wiha ev ne ji pîvanên mirovahiyê ye û ne ji belgeyên dewletên naventewî yê ku bi navê aştî, ewlehiyê û jiyana hevbeş bang dikin. Divê dawî li vê neheqiyê bê.”

‘Em ê tu carî li dijî van êrîşan bêdeng nemînin’

Lînayê bal kişand li ser alîkariya Emerîka û Rûsyayê ya ji bo dewleta tirk a ji bo êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Erdogan ragihan ku agahiyê Emerîka û Rûsiyayê ji êrîşên ku ew bikim heye. Ev yek jî nîşan dide ku itîfaqek di navbera Emerîka Rûsya û Tirkiyeyê de heye ji bo ku operasyonekê pêk bînin û zexteke mezin li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê bikin. Em ê tu carî li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.”

‘Heta dawiyê têkoşîn û berxwedan ew ê bidomin’

Lînayê herî dawî da zanîn ku wê wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ber xwe bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di şerê 8 salan de yê ku herî zêde bedel da jin bû. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema şer de gelek rastî îşkence û tundiyê hat. Tevî êrîşên hovane her di nav têkoşîn û berxwedanê de bû. Bi hêz û îradeya xwe çeka xwe hildan û welatê xwe parastin. Hêzên QSD’ê bi hezaran keç, xort û zarokên kurdan ji destê çeteyên DAIŞ’ê xilas kirin. Loma em bi xwe bawer in û gef û êrîşên dewleta tirk nikare me tune bike. Ji ber vê yekê jî em ê kar û rêxistina xwe berdewam bikin heta dawiyê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin. Em nalêhin kesek bihustek axa me dagir bike.”
<

Back to top button