Arşîv

Fûza Yûsif: Me rêya diyalog û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hilbijartin

Fûza Yûsif got wan rêya diyalog û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hilbijartin û wiha got: “Lê eger Tirkiyê şer hilbijêre em ê parastina xaka xwe bikin” her wiha Fûza diyar kir ku hêz û îradeya wan a ku çareser dike.

Konê mertalên zindî ya ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê ku şêniyên Serêkaniyê vedan di roja xwe ya 4 de dewam dike.

Piştî serdana gorên şehîdan bi boneya cejnê, sedan şêniyên herêma Serêkaniyê berê xwe dan kon da ku çalakiyên kon dewam bikin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif îro beşdarî çalakiyê bû û axivî.

Fûza di destpêka axaftina xwe de cejna qurbanê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Di her cejnê de em qurban in, em cejnan bi bûyeran û şehîdan pêşwazî dikin, hemû alî heta niha hewl didin em bibin qurbanê siyasta wan.”

Fûza di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em vê berxwedana ku gelê me dijî dagirkeriya Tirkiyê dike, pîroz dikin.”

Fûza destnîşan kir ku ji bilî şêniyên herêmê kes nikare parastina herêmê bike û wiha got: “Dewleta Tirk hewl dide bi hemû awayî derbeyê li projeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe, hêza derve nikare parastina me bike, hêz û îradeya me ya ku parastinê dike û çareser dike, ê ku li civînên derve nîqaş dike, hêz û îradeya me ye û ne tu hêzên din e, ji ber vê yekê divê baweriya me bi me û îradeya me hebe.”

Fûza da xuya kirin ku wan rêya diyalog û çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re hilbijartin û wiha got: “Lê eger Tirkiyê şer hilbijêre em ê parastina xaka xwe bikin” her wiha Fûza diyar kir ku hêz û îradeya wan a ku çareser dike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Fûza Yûsif soz da çalakvanan ku çi bibe dê di cejnan de ken li ser rûyê zarokan vegere û ew ê wê rûpela reş di dîroka xwe de bigirin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27