Arşîv

Mertalên zindî.. bi hezaran li ser sînor nîşana serkeftinê hildan

Hezaran şêniyên Hesekê, Hol û Şedadê li ser sînor nîşana serkeftinê hildan û teqez kirin ku ew ê heta dawiyê dijî dagirkeriya Tirkiyê liber xwe bidin.

Di roja 5`an a konê mertalên zindî piştî şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê, îro hezaran şêniyên Hesekê, Holê û Şedadê li ser sînorê Serêkaniyê dewr girtin.

Şêniyan berê xwe dan sînor û nîşaneya serkeftinê hildan û îsrara xwe di rêya berxwedanê de dijî dagirkeriya Tirkiyê diyar kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, bi navê şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Til Temirê Mihemed Seîd axivî û wiha got: “Tirkiyê hewl dide qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne, ji ber vê yekê soza me ji QSD`ê û hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ew ê rênedin dagirkeriya Tirkiyê û em ê piştgiriya hêzên xwe bikin.”

Mihemed Seîd bang li hemû şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî konê mertalên zindî bibin.

Her wiha Mistefa Ehmed bi navê şandeya Hesekê axivî û spasiya şêniyên ku beşdarî konê mertalên zindî bûne kir û wiha got: “Nameya me ya yekê ji dewleta Tirk re û taybet serokê AKP`ê Erdogan re ew e ku ew nikarin têkevin xaka me.”

Mistefa teqez kir ku hemû îdîayên Tirkiyê di avakirina “Herêma ewle” tenê dereweke û bi raya giştî dikene, armanca tekane ya Tirkiyê qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û derbeyê li destekftiyên ku bi saya hezaran şehîdan pêk hatin, bixe.

Li kon komên mûzîkê stranên şoreşgerî û filklorî ser sînor di seatên êvarê de pêşkêş dikin û piştgiriya çalakgeran dikin.

Tê payîn ku şêniyên Hesekê, Hol û Şedadê heta sibê dewrê bigirin.

Back to top button