Arşîv

Di roja cejnê de serdana malbata Xerîb kirin

Komek ji nûnerên aliyên siyasî, welatî û rêxistinên civaka sivîl, biboneya Cejna Qurbanê serdana malbata şehîd Diyar Xerîb kirin.

Di êrîşa hewayî ya 5’ê Tîrmehê ya li Qendîlê endamê Konseya Serokatiya Giştî Helmet (Diyar Xerîb) tevî gerîlayên bi navê Devran û Şahîn (Abdulkadîr Aslan) ên pê re, di êrîşek balafirên şer yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Îro roja yekem ya Cejna Qurbanê ye. Bi vê boneyê welatî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên aliyên siyasî serdana mala şehîd Xerîb a li Silêmaniyê kirin.

Ji bilî welatî, jin û rêxistinan, aliyên siyasî yên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî serdana malbata şehîd Xerîb dikin. Serdanên ji bo malbata Xerîb dewam dikin.

Back to top button