Arşîv

Ciwanên Girê Spî dagirkirina Tirkiyê red kir

Bi serkêşiya endamênTevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li bajarê Girê Spî îro bi sedan ciwanên kanton Girê Spî Girê Spî bi meşekê dagirkirina Tirkiyê red bikin.

Meşa ciwanan ji rawestgeha taxa Eyn Erûs a bajarê Girê Spî ber bi konê mertalên zindî ve dest pê kir, ku bi sedan şênî li hember dewleta dagirker a Tirk li ser sînor di mertalên zindî de ne.

Di meşê de ciwanan pankartên bi nivîsên”Na ji dagirkirina Tirkiyê ya xaka Sûriyê re, em her kesê ku hewl dide Sûriyê parçe bike, red dikin” hildan. Li rexê jî diruşmên redkirina dagirkirina Tirkiyê di bin bihaneya avakirina herêma ewle de, berz kirin.

Dê ciwan li rexê şêniyên di konê mertalên zindî de, li hember dagirkeriyê bibin mertalên zindî.

Back to top button