Arşîv

Li Dêrikê sersaxî ji 3 malbatên şehîdan re hate xwestin

Li Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan a Dêrikê bi hezaran şêniyên herêmên Dêrik û Girkê Legê sersaxî ji malbatên şehîd Vejîn, Zinhar û Serhildan re xwest.
Bi hezaran şêniyên Dêrikê, navçeyên wê, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn li ber Navenda Şehîd Bawer a Ciwanên bajarê Dêrikê kom bûn û sersaxiyê ji malbata şehîd Xedîca Bekir (Vejîn Zagros) ku li çiyayên Kurdistanê şehîd bûbû û malbata Newzat Yehya Xelîfê (Zinar Botan) bixwazin û her wiha da ku şehadeta Mihemed Şêrîn Akan (Serhildan Cudî) ku dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bûbû, ragihînin.

Mersîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê cîgirê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re xwest. Şiblî bal kişand ser rola şehîdên canê xwe di oxira gihandina pêngava dîrokî de dane.

Şiblî wiha got: “Em xwediyê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, her wiha xwediyê vîna gelan, qurbaniyên ku canê xwe di oxira azadiya gelan de dane. Ji ber ku em xwedî maf in û me bi hezaran qurbanî di oxira vê cografyayê dane, gefên dagirkeriya Tirkiyê bandorê li baweriya gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyê nakin.”

Her wiha hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan ê Herêma Cizîrê Hesen Abêd axivî û got: “Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî gefên Tirkiyê asta têkoşîna xwe xurtir bike, her wiha di hemû qadan de erka ku dikeve ser milê wan, pêk bînin.”

Paşê li ser navê Kongreya Star, Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan gelek kes axivîn. Axêveran soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Piştî axaftin bi dawî bûn, Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatan kirin. Merasîm bi sloganên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

Back to top button