Arşîv

Xedîca Ibrahîm: Aliyên ku bi DAIŞ’ê re bûn alîkar divê ew jî werin darizandin

QAMIŞLO – Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xedîca Ibrahîm di derbarê mijara DAIŞ’ê yaz darizandinê de got:”Divê sûcdarên komkujiyan û şer werin darizandin. Dewletên ku dixwazin DAÎŞ dîsa zindî bibe naxwazin DAÎŞ’î bên darizandin. Divê hemû cîhan ji bo darizandina DAÎŞ’ê bibe yek.”

Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xedîca Ibrahîm mijara darizandina çeteyên DAIŞ’ê nirxand. Xedîcayê got:”Divê hemû cîhan bi erkê xwe rabin ku careke din terora DAÎŞ’ê zindî nebe.”

‘Xeteriya terora DAIŞ’ê bi dawî nebûye’

Parêzer Xedîca wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Her kes êdî dizane ku hêzên QSD’ê yekem hêz bû ku terora çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Piştî têkçûyina van çeteyan, bi hezeran jinî xwe radestî hêzên QSD’ê kirin. Ev çetena ji hemû dewletên cîhanê ne. Ji welatên cuda tevlî rêxistina terorê bûn û berê xwe dane Sûriyeyê. Ji bo şer derxînin. Niha jî ev çete di kampan û zindanên Rêveberiya Xweser de ne û hîn xeteriya wan li ser herêmê heye û bi dawî nebûye.”

‘Aliyên ku bi DAIŞ’ê re bûn alîkar divê ew jî werin darizandin’

Di dewamiya axaftina xwe de Xedîcayê wiha got: “Tiştên ku DAIŞ’ê li herêmê kir sûcên mezin bûn. Sûcên wekî kuştin, talankirin, binçavkirin û qirkirina çand û ziman in. Ev komkujiyên şeran e li dijî mirovahiyê ne. Helbet derketina DAIŞ’ê ne bi serê xwe bû, gelek alî hene alîkarî dan vê terorê da mezin bibe û terora xwe li ser vîna gelan belav bike. Ji dewletên ku alîkariya çekdarî bi wan re dikir, a din jî dewletên ku dihiştin hêsan û serbest di sînoran re derbasî Sûriyê bibin. Aliyên ku bi DAIŞ’ê re bûn alîkar divê ew jî werin darizandin.”

‘Divê hemû cîhan ji bo DAÎŞ zindî nebe hewl bide’

Xedîca da zanîn ku divê kesên sûcdar li cihê ku sûc kirine werin darizandin û wiha axaftina xwe dewam kir: “Herêmên Rêveberiya Xweser cihê herî guncav e ku çeteyên DAIŞ’ê lê werin darizandin. Ji ber li ser vê axê çeteyên DAIŞ’ê sûc kirin. Zarokên vê herêmê li ser vê axê di şerê wan de canê xwe feda kirin. Gelê vê herêmê rastî êşa herî mezin a DAIŞ’ê hatibû li ser vê axê ev çete hatine girtin û niha jî di zindanên Rêveberiya Xweser de ne. Em dibînin wekî ku di zagonên darizandina terorê jî hatiye gotin divê sûcdarên komkujiyên mezin li cihê sûcê werin darizandin. Ev ne erkê Rêveberiya Xweser tenê ye. Çeteyên ku berê xwe dane herêmê ji hemû dewletên cîhanê ne, divê civaka navnetewî vê yekê erk û misyona xwe bibîne û di darizandina van çeteyan de bibin alîkar. Ev mafê gelê herêmê ye û divê hirmet jê re were girtin. Divê hemû cîhan ji bo DAÎŞ zindî nebe hewl bide.”

‘Divê bi rêbaz û zagonên rast darizandina DAIŞ’ê were kirin’

Xedîca li ser rêbazê darizandina çeteyan got: “Hejmara çeteyan niha digihêje hezaran û ev barekî mezin e. Darizandina van çeteyan jî parêzer pispor jê re divê. Divê her cureyên tundî û komkujiyên wan werin tehlîlkirin û li gorî wê jî hukim ji wan re were dayin. Piraniya wan mêjiyê wan bi fikrê reş hatiye şuştin û heta niha têkçûyina xwe qebûl nakin û her di mêjiyê wan de zindî ye. Divê em van kesan ji nû ve ava bikin û bi rengekî rast bidarizînin. Helbet kedeke pir mezin jê re divê û derfetên madî û manewî divê ji aliyê hemû dewletan ve werin pêşkêşkirin da rê li pêşiya zindîbûna terora DAIŞ’ê were girtin. Ev teror xeteriyê li cîhanê belav dike.”

‘Hêza me heye ku em bi xwe van çeteyan darizînin’

Xedîcayê wiha dewam kir: “Li gelek deverên cîhanê darizandina navnetewî ji bo sûcdaran re hatiye çêkirin. Li herêmên ku kirîza terora DAIŞ’ê lê hatiya jiyîn , mafê Rêveberiya Xwesere mafekî huqûqiye ku ew di darizandinê de xwedî biryar bin. Dibe meseleya çeteyan ne tenê huqûqî be jî, mesele kurd jî tê de heye. Em wekî parêzerên herêmên Rêveberiya Xweser hêza me jî heye em van çeteyan darizînin lê ev ne erkê me tenê ye.”

‘Li dijî hemû talûkeyan divê Kurd bikaribe xwe biparêze’

Xedîcayê bal kişand ser helwesta dewleta tirk û wiha domand:”Dewleta Tirk ji mêj de dijminatiya kurdan û axa wan dike, ji bo wê jî dixwaze bala cîhanê bikşîne aliyên din, da ku mijara DAIŞ’ê were jibîrkirin yan jî demdirêj bibe û DAIŞ careke din zindî bike. Her dem gefên xwe li derdorê dikêe li Başurê Kurdistanê êrîş dike, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefan dixwe, Efrîn dagir kiriye, li Idlibê çeteyên Cebhet Elnûsra bi rêxistin dike. Her wekî din li herêmên El Bab, Ezaz û Cerablûsê jî komkujiyên ne ehlaqî û ne mirovahî li ser gelê herêmê dide meşandin. Yanî em dikarin bêjin di her cureyekê de destê wê heye. Çeteyên DAIŞ’ê jî li Tirkiyê hatin bi rêxistinkirin û bi çek kirin û ji bo herêmên Sûriyê hatin şandin. Ev rastîyeke û her kes di ferqê de ye, li hemebr kiriyarên Tirkiyeyê jî bê deng in. Ev rastî bi belgeyên qanûnî hemû hatine isbatkirin û pêşkêşkirin. Li dijî hemû talûkeyan divê Kurd bikaribe xwe biparêze.”

‘Divê edaleteke cîhanî çêbibê da destdirêjî li nirxên mirovan nêyên kirin’

Xedîca wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wekî parezerên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erkê me ye ku em mafê civaka xwe biparêzin û li hember kiryarên şeran bisekinin. Niha jî komîteyên me yên lêgerîna isbatkirina komkujiyên DAIŞ’ê di nava tevgerê de ne û bi taybet komkujiyên derheqê jinê de hatine kirin em bi zagonên navdewletî de isbat bikin. Ne tenê ji bo darizandina DAIŞ’ê, lê ji bo mafê hemû mirovan were parastin û edaleteke cîhanî çêbibe mirov bikere di nav de azad bijî û destdirêjî li ser nirxên mirovan neyê kirin.”

Back to top button