Şêniyên Amûdê û Qamişlo çalakiya mertalên zindî dewr girt

Şêniyên navçeya Rojava ya Qamişlo û Amûdê çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê dewr girt.
Çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Serêkaniyê di roja 7‘an de didomin. Îro şêniyên navçeya Rojava ya bajarê Qamişlo û navçeya Amûdê çalakî dewr girt.
Şêniyan li gel berzkirina dirûşmên silavkirina berxwendana QSD û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da konê çalakiyê yê li rojavayê bajarê Serêkaniyê li xeta sînorê Sûriye- Tirkiyê hatiye vedan.
Di çalakiyê de bi navê şêniyên Hesekê û Şedadê Hûsam El-Elî spasiya berxwedana çalakgeran kir û got: “Em di bin vî konî de kom bûne da ku bibin mertalên zindî û dengê xwe bigihînin cîhanê ku em aştîwaz in. Lê heke şer were em ê bi yekrêzî li rex hêzên xwe yên leşkerî şer bikin.”
Bi navê şêniyên Qamişlo û Amûdê Ayhan Mihemed jî wiha got: “Dagirkeriya Tirk nikare îradeya gelê Kurd û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe, ji ber ku gelên herêmê xeta fikr û felsefeya rêberê neteweya demokratîk Abdullah Ocalan dişopînin.”
Ayhan Mihemed wiha lê zêde kir: “Baweriya me ya bi hêzên xwe YPG, YPJ û QSD‘ê xurt e.