Arşîv

Şêniyên Kobanê dîsa dest bi çalakiyên mertalên zindî kir

Şêniyên kantona Kobanê çalakiyên mertalên zindî yên li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê ji ber cejna Qurbanê 3 rojan rawestandibûn û çalakiyan dîsa dest pê kir.

Li dijî gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêniyên kantona Kobanê li gundê Qeremox çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê rojhilatê kantonê berdewam dikin.

Li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şênî li kantona Kobanê û bajarên Girê Spî û Serêkaniyê çalakiyên mertalên zindî li dar dixin.

Şênî da ku berxwedana li dijî êrîşên Tirkiyê tekez bikin, her roj li konê mertalên zindî rêzeçalakiyan li dar dixin.

Çalakiyên mertalên zindî li gundê Qeremox ê bajarê Kobanê di 17`ê Tîrmehê de dest pê kiribû.

Back to top button