Arşîv

Saziyên sivîl cejna malbatên şehîdan pîroz kirin

ŞEHBA – Heyeta ku ji Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kampa Berxwedanê û Kongreya Star pêk dihat bi minasebata pîrozkirina Cejna Qurbanê çû serdana malbatên şehîdan û cejna wan pîroz kir. Dayikên şehîdan ku heyet pêşwazî kirin gotin: “Em ê Serok Apo rizgar bikin û li Efrînê cejna xwe pîroz bikin.”

Heyet ku ji Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Kampa Berxwedanê û Kongreya Star pêk dihat bi minasebata pîrozkirina Cejna Qurbanê çû serdana malbatên şehîdan ên li Kampa Berxwedanê û cejna wan pîroz kirin. Malbatên şehîdan ji ber serdana heyetê kêfxweşiya xwe anîn ziman.

‘Em ê sala bê li Efrînê cejna xwe pîroz bikin’

Rêvebera Rêxistina Kongreya Star a Kampa Berxwedanê Leyla Ibîş cejna hemû gelê Efrînê pîroz kir û got: “Em cejna Qurbanê li hemû têkoşerên azadiyê û gelê Efrînê yên ku li Kampa Berxwedanê têkoşîna xwe didomînin pîroz dikin.Me wekî saziyên li Kampa Berxwedanê xwest ku em bi minasebata Cejna Qurbanê malbatên têkoşerên azadiyê yên jiyana xwe ji dest dane ziyaret bikin. Hem hêvî dikin û saleke din em li Efrînê vê cejnê pîroz bikin.”

‘Berxwedan wê bidome’

Dayika bi navê Nîhal Îsa kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anîn ziman jî wiha got: “Em dayikên şehîdna vê cejnê li hemû pakrewanên azadiyê pîroz dikin, zarokên me bi xwîna xwe axa Şehbayê av dan. Îro jî em ê tola wan hildin û bi hêza ku me ii têkoşîna wan girtiye em ê Efrîna xwe ji destên çeteyan xilas bikin û li herderê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Em ê serok Apo azad bikin’

Emîne Husên Qenber jî cejna qurbanê li hemû gelan û pakrewanên azadiyê pîroz kir û wiha got: “Berxwedana me ya li kampan wê bibe bersiva li dijî dagirkeriyê. Em ê Serok Apo azad bikin û li Efrînê cejina xwe pîroz bikin.

Back to top button