Arşîv

Diyar Xerîb bi merasîmeke heybet hate bibîranîn

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb (Helmet) di çilrojiya xwe de bi merasîmekê ya li ber mala bavê Diyar Xerîb a li taxa Bextiyarî ya li Silêmanî hate lidarxistin, hate bibîranîn.

Merasîm bi dirûşma “Emê bi ruhê heval Helmet şoreşa demokratîk a Başûrê Kurdistanê biser bixin û xeta xiyanetê binbixin” hat birêvebirin. Di merasîmê de kesayetên siyasî, parlementer, hunermend, rewşwenbîr, malbatên şehîdan, oldar, nûnerên KODAR, PJAK, Tevgera Azadî, Nûnertiya PYD’ê, Nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistan, HDP û sedan welatî amade bûn.

Her wiha ji gelek bajar û navçeyên Herêma Kurdistanê jî welatî beşdarî merasîmê bûn.

Li qada merasîmê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Diyar Xerîb, Mahsum Korkmaz (Egîd) hatibûn hilawistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê despê kir. Piştre ji aliyê malbata Diyar Xerîb û malbatên şehîdan ve mûm hatin pêxistin. Piştre jî jînameya Diyar Xerîb ji beşdarvanan re hate xwendin.

Herwiha li ser navê malbata Diyar Xerîb birayê wî Dr. Rizgar axivî û diyar kir ku ew ê rêbaza şehîd Diyar Xerîb berdewam bikin û got; “Bi şehîdbûna Diyar Xerîb re barê me girantir bû û em ê li ser şopa wî bimeşin.”

Peyama Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK’ê ji aliyê Xerîb Mihemed ve hate xwendin û di peyamê de ev tişt hatin gotin; “Diyar Xerîb ji nebûnê hebûn ava kir û em hemû xwe wek xwendekarên vê afirandinê dibînin. Ji ber ku dibistana me hemûyan bû û li pêşiya dagirkeran asteng bû. Em ê tola heval Helmet û hemû şehîdan bînin û dawî li xiyanetê bînin.”

Piştre peyama Komîteya Navendî ya PKK’ê ji aliyê Serdar Star ve hate xwendin. Di peyamê de qala rol û kesayeta Diyar Xerîb hate kirin û hate gotin; “Her şehadetek hê bêhtir ji bo xebatkirinê me xurtir dike. Em ji malbata şehîdan re dibêjin ku hûn mînaka malbata şoreşger in û we da diyar kirin ku tu caran gelê Kurd teslîm nabe. Çawa ku gelê Başûr hemû xwedî helwest bûn, bi rûhê heval Helmet em ê qira dagirkeran bînin û em ê rêbaza şehîd Helmet ji bîr nekin.”

Li aliyê din di merasîmê de peyama Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan, Jinên Şoreşger yên Başûr û peyamên sazî û rêxistinên din hatin xwendin. Merasîm didome.

Back to top button