Arşîv

‘Çalakî û berxwedan dê herdem bidome’

EHBA – Hemleya ku bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin” hat destpêkirin bi çalakiyan didomin. Berdevka Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Xezîne diyar kir ku li dijî dagirkeriyê dê berxwedana xwe bidomin.

Bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star, bi dirûşma “Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin” hemleya çalakiya parastina axa xwe hat destpêkirin. Kongreya Star a Herêma Efrînê di 10’ê tebaxê de hemleya xwe li dijî dagirkeriyê da bû dest pê kirin. Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Efrînê Eyşe Xezîne li ser pêvajoya hemleyê axivî.

‘Em jinên Efrînê dê li ber xwe bidin’

Di despêkê axaftina xwe de Eyşe balkişand ser dirûşmeya hemleyê û wiha dom kir: “Em bi dirûşmeya “Ax û Rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibin” çalakiyên xwe didomînin. Dewleta tirk a bi planên xwe Efrînê dagirkir û her wiha niha jî planê xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne, em jinên Efrînê bi berxwedan û têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê disekinin.”

‘Berxwedan dê her dem bidome’

Eyşe di berdewamiya axaftina xwe de li ser têkoşîn û berxwedana jinan rawestiya û wiha got: “Dagirkeriya dewleta tirk her dem dixwaze îrade û têkoşîna jina kurd lawaz bike û berxwedana wan bişkîne. Ji ber vê yekê jinên kurd dest bi çalakiyên xwe yên bê dem kirin. Li dijî dagirkeriyê dê her tim berxwedana me bidome. Em ê çalakiyên xwe bidomînin heya ku dagirkerî li ser xaka Kurdistanê têk diçe.”

‘Armanca me azadiya hemû jina ye’

Eyşe, da zanîn ku dê çalakiyên xwe bi rengên cuda bidomînin û banga li hemû jinan kir ku bila tevlî çalakiyan bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em ê xeta berxwedanê û têkoşînê li dijî dagirkeriyê mezin bikin û her tim li ser piya bin û di nava çalakiyan de bin, heta armanca me pêk tê. Banga me ji hemû jinan re ku rabin ser piyan û tevlî hemleya li dijî dagirkeriyê bibin ji bo em bighejin azadiya Serok Apo û azadiya tevahiya jinan

Back to top button