Arşîv

Jinan li hemberî dagirkerên Kurdistanê banga yekitiya kurdî kir

Jinên Qamişlo anîn ziman ku pêwîst e partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî bersivê bidin banga Kongreya Nîtimanî ya Kurdistanê(KNK) ya lezgîn. Banga KNK’ê piştî civîna awarte ya di 27’ê Tîrmehê de li paytexta Belcîka Brusslesê ya bi armanca nîqaşkirina li ser êrîşên dewleta dagirker a Tirk li ser xaka Kurdistanê derket. Civîn der barê gihandina nêrîn û helwesteke hevpar a li dijî dagirkeriya Tirkiyê li Kurdistanê de bû.

Gulistan Elî Esed diyar kir ku gelê Kurd piştgiriyê dide banga KNK’ê û wiha got: “Divê paratiyên Kurdî yên Kurdistanê li dijî gef û êrîşên Tirkiyê yên bi armanca qirkirina gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê, refên xwe bikin yek.”

‘Divê em rûdanên li Helebçe, Enfal û Şangalê ji bîr nekin‘

Gulistan Esed bal kişand ser pêwîstiya parastina destkeftiyên bi xwîna hezaran şehîdan li Rojava û Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin û got:” Divê em bibin yek û rûdanên li Helebçe, Enfal û komkujiyên li Şengalê yên bi destê rejîmên dagirkeriya Kurdistanê û çeteyên DAIŞ’ê yên bi planên Tirkiyê hatine kirin, ji bîr nekin.”

Gulstan Elî raber kir ku dewleta dagirker a Tirk êrîşî herêmên Başurê Kurdistanê dike, zarok û jinan dikuje û wiha domand: “Em ji tevahî kurdan hêvî dikin ku vegerin hişê xwe û li dora berjewendiya gelê Kurd kom bibin. Her wiha jî divê mala kurdî li hember dijminatiya ku li ser çi parçeyekî kurdistanê dibe bila bibe, bibin yek.”

Dayika Şehîd Leheng, Henîfa Hesen, rexne li partî û rêxistinên kurdî yên berjewendiyên kesayetî di ser berjewendiya Kurdî de girtine rexne kirin û wiha pê de çû: “Gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibe. Ji lew re divê partî û rêxistinên kurdî yekrêz bin. Da ku karesetên dîtir çênebin û dilên dayikan ji nû ve neşewitînin.”

Henîfe Hesen berdewam kir ku dewleta Tirk bê ferq û cûdabûn hebûna kurdan li her deverê dike hedef û bang kir”Ji lew re divê em ji lîstokên Tirkiyê hişyar bin. Desteka alîkariyê nekin. Divê Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê li xwe vegere. Ji ber dewleta Tirkiyê hebûna Kurdan dike hedef û ne ku kesayet û partiyekê.

Back to top button