Arşîv

Ocalan dikare krîzên Rojhilata Navîn çareser bike‘

Rêberê netewa demokratîk Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna aşitiyê li Rojhilata Navîn bi awayên aştiyane tê dikoşe. Dewleta Tirk a dagirker jî polîtîkeyên xwe yên şer û gefên xwe yên li dijî gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd didomînin. Armanca van gefan ew e ku dagirkeriya xwe li herêmê ferz bike û desthildariya Osmaniya nû zindî bike.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek peyamên xwe de banga rawestandina şer û pêkanîna aşitiyê dikir. Ocalan di peyama xwe ya dawî de got ew dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser bike.

Girêdayî mijarê

Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê ya kantona Girê Spî Şemsa Sîno û endama Mala Jin a Kantona Girê Spî Welat Mehmûd nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê ya kantona Girê Spî Şemsa Sîno anî ziman ku peymanên Abdullah Ocalan asta hewldanên wê yên ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê diyar dike û divê dewleta Tirk di wî warî de bixebite da ku alozî kurtir nebe.

Şemsa Sîno diyar kir ku Tirkiyê ji salan ve destwerdanê di Sûriyê de dike û aloziya xwe ya hundirîn derdixîne derve û wiha pê de çû: “Em şêniyên Sûriyê vê yekê qebûl nakin, em li dijî parçebûna Sûriyê ne û di wê baweriyê de ne ku hevgirtina me wê siyasetên Tirkiyê têk bibin.”

Şemsa her wiha bal kişand ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ewle ne, destwerdanên Tirkiyê dê sînaryoya Efrînê li herêmê dûbare bike.

Rêvebera Meclisa Jinên Sûriyê ya Girê Spî Şemsa Sîno di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku jinên Girê Spî hebûna hêzên dagirker qebûl nakin û wekî dagirkirî bi nav dikin. Şemsa got, wekî jin armanca wan aşitî ye û destekê didin diyalogên ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan.

Endama Mala Jin a Kantona Girê Spî Welat Mehmûd jî got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgêrkên Rojhilata Navîn çareser bike, Tirkiyê ji vê yekê ditirse ji ber ku xeyalên wê yên vejandina desthildariya Osmanî dixe xeteriyê.

Têkildarî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Wela Mehmûd got, wekî jinên Girê Spî bêdeng namînin û wiha anî ziman: “Em li gorî xeta şehîdan û felsefeya Rêbertiyê dixebitin, em li dijî siyasetên Tirkkirin, guhertina demografîk û avakirina korîdora aştiyê ne ji ber ku herêmên ewle ne. Em li ber xwe bidin heta tecrîd bişkê û em ê li hemberî dagirkeriya Tirk a li xaka Sûriyê bisekinin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27