Arşîv

Markêta Nûdem nûjeniya ked û xebata jinê ye

QAMIŞLO – Xebatkarên markêta “Nûdem” a ku di bin projeya pêşxistina aboriya jinê de li navçeya Girkêlegê hatiye vekirin dan zanîn ku Nûdem nûbûnek ji bo keda jinê afirand û ev tişt gotin: “Ji bo dayîna kedê em tim amadebûn, rihê îradeyê hişt ku projeya me mezin û xurt bibê.”

Yek ji destkeftiyên jinê di nava qada aboriyê de ku bi projeya pêşxistina aboriya jinê hat vekirin markêta Nûdem a ku li navçeye Girkêlegê ya Kantona Qamişlo hatiye vekirin. 3 jinên ku li marektê dixebitin bi kedeke wekhev û hevpar vê marketê bi rêve dibin. Dema mirov derbasî markêtê dibe mirov dibîne ku bi rastî jî cihê jin lê hebe rewşa wê cuda ye. Ev rewş ji paqijiya cih, xemilandina dîwarên markêtê ku bi baqên sibilan hatine xemilandin xwe dide der. Markêta Nûdem navê wê ji keda jinê ku di dema nû de jin derdixin pêş hatiye hilbijartin. Jinên ku bi ruhê hevpar li vê marketê dixebitin diyar kirin ku dem dema ked, xebat û têkoşîna jinê ye.

‘Markêta Nûdem nûbûnek ji bo keda jinê afirand’

Rêvebera marketê Gulê Mûrad derbarê kar û xebatên xwe de wiha dibêje: “Di nava projeya aboriya jinê de cara yekê projeyeke bi vî rengî hat pêşxistin. Ji bilî vê hemû projeyên me di warê çandiniyê de hatibûn pêşxistin. Ji bo wê jî vekirina markêta Nûdem nûbûnek ji bo keda jin afirand. Ev market li gel cihê rawestegeha wesayitan hat vekirin. Ev cih bi zanebûn hilbijart û me xwest cihekî çûn û hatin lê hebê. Di vî warî de jî heta niha projeya me erênî hatiye dîtin.”

‘Dem dema keda jinê ye’

Di nava axaftinên xwe de Gulê bal kişand ser zehmetiyên vekirina vê marketê û wiha axaftina xwe domand: “Wekî ku tê zanîn cihê nêzî rawestegeha wesayitan bi piranî ajovan lê hene. Ajovanan di serî de qebûl nedikirin ku kargehek jin lê dixebitin hebe. Lê me bi xebat û têkoşîna ku da ev yek bi wan da qebûlkirin. Me da isbatkirin ku jin dikarê pêşengtiyê ji her xebatê re bikê. Dem û cih ji bo me ne pirsgirêke û me ev pêşxistin bi xwe re jî daye çêkirin.”

‘Ji bo xebatê em herdem ama de bûn’

Gulê bal kişand ser hevkariya di navbera xebatkarên markêtê de û wiha got: “Dema ev cih dihat amadekirin, xebatên amadekariyê jî ji aliyê jinan ve hatin kirin. Hemû xebatkarên markêtê bi hev re alîkarin. Me bi têkoşîna jinê nêrîna jinê ya li civakê da guhertin. Ji bo xebatê em herdem amade bûn. Jinên ku ji deverên cûda tên li cem me gelek rehet in û dema jinan di nav xebatê de dibînin kêfxweş dibin.”

‘Divê jin qîmetê keda xwe zanibin’

Xebatkara markêtê Nermîn Omer jî qala xebata xwe di nava markêtê de dike û dibêjê: “Di markêta Nûdem de em hemû pêdîviyên jiyanî yên ji bo gel difiroşin. Em naxwazin tiştî kêm di marketa me de hebe. Hêviya min ew e ku projeyên wisa ji bo tevahî jinan werin pêşxistin. Divê jin qîmetê keda xwe bizanibin, di encamê de aboriya xwe xurt bikin û hewcedarî tu kesî nebin.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27