Arşîv

Çima Serêkaniyê?

Serêkaniyê şaristaniya mirovahiyê, çand û dîrok gelan ji vir dest pê kir. Erdogan dixwaze li cihê mirovahî destpêkirî tune bike. Qirkirineke din pêk bîne, da ku biryarên di Hevpeymana Lozanê de, bicih bîne! Dixwazin bedewî û bûhişta Serêkaniyê veguherînin dojeheke ku hişk û şîn bişewite tevahî bişewitîne. Mozayîka gelan biguherînîn, şûna wê çete û malbatên xwe lê bicih bikin, lê şervan û dayikên Serêkaniyê di çavdêriyê de ne.

Serêkaniyê kevintirîn û destpêka şaristaniya mirovahiyê ku jê destpê dike. Li Bakur Rojavayê Kantona Hesekê ango Sûriyeyê dikeve û di navbera sînorê Sûriyeyê û Tirkiyeyê de ye. Dîroka Serêkaniyê hezar sal in, vedigere berî zayînê. Kevintirîn bajar ku mirovahî jê dest pê dike Serêkaniyê ye. Di serdemên dîrokî de bi gelek navan hatiye naskirin, di serdema Aramî de (Gabara) Aşûrî (Gozana) Romanî (Resîn) paşê bi navê gulan hatiye naskirin lê niha bi Kurdî Serêkaniyê yê naskirin. Di serdema Ebasiyan de herêma Serêkaniyê cihekî girîng di aliyê bazirganiyê de digire.

Bîranîna gel a pênc hezar sala ye

Serêkaniyê malpera dîroka herêmê û bîranên zêdetirî pênc hezar salan digire nava xwe. Di vê herêmê de bi hezar sal in kurd, ereb, aşûrî, ermen, çerkes, şîşan, suryan, turikmen û beşek ji êzidî û mardilî li dijiyan. Nifûsa Serêkainyê berî şoreşê 80 hezar bû.

360 kanî hebû

Serêkaniyê bi kaniyên xwe tên naskirin, ava Serêkainyê di Til Temir, Hesekê û gunde warê were derbas dibû lê ji ber polîtîkayên Tirkiyeyê gelek kanî miçiqîn. Ji lewra niha li gundê Eluk projeyên şaredariyê hene ku avê ji wir dikişînin Hesekê. Heftê du caran av dighêje Hesekê. Li Serêkaniyê nêzî 360 kanî hebûn û bi gelek navan dihate naskirin. Lê hemû Kanî ji aliyê dewleta tirk hatin miçiqandin. Tenê Çemê Xabûr ev jî di demsaba zivistanê de lehî radibe û Curbib ku heya Kantona Hesekê diçe, maye.

Debara xwe bi çandinî û bazirganiyê dikin

Gelê Serêkaniyê debara xwe li ser çandinî, bazirganî û xwaringehan dikin. Li gundan jî li ser baxçeyan, zevî û kooperatîfan debara xwe dikin. Şêniyên gundan li gorî şert û mercê demê aboriya xwe amade dikin û li gorî xizanî û derfetên xwe ji tunebûnê hebûnê diafirînin taybet jinên gundan afîriner in.

Destpêkirina çirûska azadiyê û guhertina hişmendiyê

Di 8’ê mijdara 2012’an de çeteyên bi navê Arêtşa Azad û Cebhes El-Nusra bi destekdayîna dewleta tirk êrîşî Serêkaniyê kirin. Şerekî dijwar rû da lê bi saya şervanên YPG’ê herêm hat rizgarkirin û gelek şervan canê xwe kirin mertal û gihaştin asta şehadetê.

Bi hezaran malbat û gelek netew di serdema Rêjîma BAAS’ê de polîtîkaya gelan jihev dûr bixe sûdê jê werbigre, didan meşandin. Piştî herêm bi tevahî ji rêjîmê hat rizgarkirin êdî gavên ber bi guhertina hişmendiya civakê ve hat destpêkirin. Lê piştî Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 2014’an de hat avakirin êdî gel bi hevre bi yek ruh, dil û hevbeşbûnê jiyana xwe domandin. Ew ferq û cudahiya rêjîmê da avakirin bi perwerdeyan ji holê hat rakirin. Niha gel gihaştiye astekê ku kurd, ereb û aşûrî yek in. Êdî di nava saziyên Rêveberiya Xweser de jî hemû netew bihev re dixebitin.

Back to top button