Arşîv

‘Ew kêlî ji bîra min naçe’

ŞEHBA – Naziliyê Memo ku cara yekem li Şamê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dît, piştî dîtinê jiyana wê guherî û got: “Felsefeya wî bandoreke mezin li ser min kir û min soz da ku ez ê zarokên xwe li ser felsefeya wî mezin bikim.”

Naziliyê Memo, 40 salî ye û ji gundê Kûtana navçeya Bilbilê ya Efrînê ye. Naziliyê di sala 1992’an de Tevgera Azadiya Kurdistanê naskiriye. Piştî naskirinê êdî dest bi xebatê kir. Ligel zor û zehmetiyên rejîma BAAS’ê tu carî dest jî karê xwe berneda. Naziliyê di sala 1996’an de Rêberê PKK’ê Abudllah Ocalan dît. Naziliyê hest û nêrînên xwe ji ajansa me re par vekirin.

‘Li Şamê civîn pêk hat’

Di destpêka axaftina xwe de Naziliyê balkişand ser hevdîtina wê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û wiha pê de çû: “Dema me di nav gel de kar dikir, ji me re hat gotin ku civîn heye. Hîn jî me nizanîbû civîn li ser çi ye, yan wê kî were, me nizanî bû. Her wiha me nedizanî ku em ê Serok Apo bibînin. Di sala 1996’an de li Şamê me Rêber Abdullah Ocalan dît. Ez tu carî wê kêliyê ji bîr nakim dema Rêber Apo hat tevlî civînê bû.”

‘Min soz da…’

Naziliyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser gotinên Abdullah Ocalan û wiha domand: “Nirxandinên ku Serok Apo kir dîrokî bûn. Em tu carî wê rojê ji bîr nakin. Felsefeya wî bandoreke mezin li ser min kir û min soz da ku ez ê zarokên xwe li ser felsefeya wî mezin bikim. Min zarokên xwe wisa jî mezin kirin. Keça min mezin bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Keça min gihaşt asta şahadetê.”

Naziliyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nameya ku keça wê jê re hêştibû û wiha got: “Kêça min di nameyê de nivîsand bû ku bi fikir û felsefeya Serok Apo pir bandor bibû. Dema em ji Efrînê derketin tenê min nameya keça xwe derxist. Ez ê her tim li ser şopa pakrewana xwe bim.”

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27