Arşîv

Zelox Reşîd: DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye

ŞEHBA – Rêveberiya Desteya Jin a Herêma Efrînê Zelox Reşîd , diyar kir ku DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye û got: “Em bang dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku li hemberî helwesta dewleta tirk rawestin. Ji ber ku ev xetere ne tenê ser Sûriyeyê, li ser tevahiya cîhanê ye.

Bi hezaran malbatên çetan li kampên heremên di bin siwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de dijîn. Bi têkçûna DAIŞ’ê re, gelên li Bakur û Rojhilata Sûriyeyê dijîn êdî dixwazin DAIŞ’ê bê darizandin û hesab bê pirsin. Dewleta tirk bi nû kirina gef û êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilata Sûriyê dihêle ku çeteyên li wargehan bi cih bûnê, careke din ji kampan derkevin û fikirên xwe yê dijî exlaqî di bin navê Îslamiyetê de dîsa belav bikin. Rêveberiya Desteya Jin a Kantona Efrînê Zelox Reşîd li ser fikira DAIŞ’ê a dijî mirovahiyê axivî.

‘Her tim dixwazin fikra li dijî mirovahiyê nû bikin’

Zeloxayê di despêkê axaftina xwe de bal kişand ser jinên ku bi DAIŞ’ê re mane û wiha got: “Piranî jinên ku bi DAIŞ’ê re mane bûne şahida kiryarên DAIŞ’ê li ser gelê Sûriyeyê û bi taybet jinan. Ji ber vê yekê jinên li kampa Holê bi cih bûne tiştên ne ji rêzê dikin û êdî jin bi destê jinê dihatin qetilkirin. Ev jî ji fikira DAIŞ’ê pêk tê. Êdî jin zarokên xwe bi fikrê DAIŞ’ê mezin dikin û fêrî tiştên ne baş dikin. Ji bo li cîhanê careke din belav bikin. Armanca wan ew e ku zindîkirina fikra dijî exlaqî ye.”

‘Bila carek din li cîhanê belav nebin’

Zeloxayê di axaftina xwe de li ser pirsgirêkên kampa Holê rawestiya û wiha pê da çû: “Ji bo jinên ku bi DAIŞ’ê bandor bûne divê zarokên wan jê werin dûrxistin. Ji bo ku her tim fikra li dijî mirovahiyê di mêjiya wan de neçînin. Li cîhanê careke din belav nekin, ev mijarek gelek xeter e. Em weke rêxistinên jinan li hember vê zîhniyetê bisekinin û guhertinekê di cewherên wan de çêbikin. Bi rêya perwerdekirin û nîqaşên ku ola Îslamiyetê rast bi wan bidin nasîn. Lê derfet kêm e ji ber ku tu alîkarî ji dewletên Navnetewî nehatiye.”

‘Êrîşa dewleta tirk carek din DAIŞ’ê zindî dike’

Zeloxayê diyar kir ku gef û êrîşên li ser Rojhilata Sûriyeyê tê wateya belavbûna fikrê DAIŞ’ê wiha axivî: “Êrîş û gefên dewleta tirk li ser girtiyên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di bin kontrola Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne pêk tê. Hîn darizandina wan nediyare û zindî dibin û belav dibin. Weke Gelê Kurd bi hezaran pakrewanên xwe dan ji bo tunekirin DAIŞ’ê, lê îro bi rêya êrîşên dewleta Tirk ser Rojhilata Sûriyeyê DAIŞ careke din xwe zindî dike.”

‘DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê xetere ye’

Di dawiya axaftina xwe de Zelox bangwaziya hemû dewletên Navneteweyî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bang dewletên navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku li hemberî helwesta dewleta tirk rawestin û dê encamên ne baş derkevin holê.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27