Arşîv

‘Yekîtiya gelan dê pergala dijmin hilweşîne’

Gulnaz Emîn 70 salî ye li dijî dagirkeriyê tevlî çalakiya konê Mertalên Zindî bûye û wiha dibêje “Em wedî axeke pîroz in û parastina wê jî erkê me ye. Dê bi yekîtiya gelan pergala dijmin hilweşînin.”

Bi armanca şermezarkirina gef û êrîşên dewleta tirk ên li ser Herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan gel, sazî, rêxistin û Meclîsên Kantona Hesekê tevlî çalakiya Mertalên Zindî ku li dijî êrîşên dewleta tirk hat lidarxistin bûn. Ji van kesên ku tevli çalakiyê bûn yek jê jî jina 70 salî ya bi navê Gulanaz Emîn a ji bajarê Dirbêsiyê ku dayika 8 zarokan e. Gulnaz a ku bi temenê xwe yê mezin tevlî çalakiyê bû hest û armanca xwe ya tevlîbûna çalakiyê vegot.

‘Em xwedî axeke pîroz in’

Gulnaz Emîn gef û êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Piştî gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo ku em bibêjin em dagirkeriyê li ser axa xwe qebûl nakin, fedekarî û lehengiya şehîdên me dê vala neçe ez tevlî çalakiya Mertalên zindî bûm.”

‘Dê pergala dijmin hilweşînin’

Gulnazê di dewama axaftina xwe de tekez kir ku hevgirtina gelan dê serkeftinê bîne, pergala dijmin têk bibe û wiha axivî: “Erdogan çeteyên DAIŞ’ê şandin Sûriyê û piştgirî da wan ku welatê me dagir bikin. Lê şervanên QSD’ê bersiv dan û çeteyên DAIŞ’ê têk birin. Em bi hêza xwe bawerin û wê pergala wan têk biçe.”

‘Armanc qirkirina gelan e’

Gulnazê bal kişand ser helwesta dewleta tirk a ku bi qirkirinê tê nasîn û wiha axivî: “Dewleta tirk, bi hezaran kurd, ermen û suryanan qetil kir. Îro em wekî gelê herêma Bakûr û Rojihlatê Sûriyê kurd, ereb, suriyan, şîşan tevlî konê mertalê zindî bûne da ku li pêşiya van êrîşên ku armanc dikin gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qirbikin, bisekinin. Ji bo ku êdî dayik, hevjin û zarokên şehîdan negirîn û rondikan nebarînin û destkeftiyên ku bi xwîna wan hatine bidestxistin û gihiştine vê rojê, vala neçin.”

‘Axa xwe biparêz in‘

Gulnazê di dawiya axaftina xwe de banga parastinê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Parastin ji her kesê/î tê xwestin, ji zarokekên 7 salî heta kesên 70 salî. Di gerdûnê de her zindiyek parastina xwe dike, pêwiste em jî baldar bin û xwedî li nirxên şoreşa xwe derkevin, da ku em venegerin serdema tarîtî û dagirkeriyê û axa xwe biparêzin.”

Back to top button