Arşîv

Mam Zekî li cihê lê hatiye qetilkirin hat bibîranîn

Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalê (Îsmaîl Ozden) li Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, li cihê ku lê hatiye qetilkirin, bi meşekê hat bibîranîn.

Meşa ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJC) hat birêxistinkirin, duh êvarê ji cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdxistin destpê kir û heta Baxçeyê Mam Zekî ku li Geliyê Şilo hatiye çêkirin, dom kir.

Di meşa ku malbata Mam Zekî û bi sedan kes tevlî bûn de dirûşmeyên wekî, “Bimre xiyanet”, ”Şehîd namirin”, “Mam Zekî namire” hatin berzkirin. Her wiha wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Mam Zekî Şengalî hatin vekirin.
Piştî meşê li Baxçeyê Mam Zekî, li ser navê YCÊ û YJC daxuyanî hat xwendin. Mamoste Elî Mirad daxuyanî xwend û got: “Bi wesîleya 35’emîn pêngava 15’ê Tebaxê, di kesayeta Ş. Egîd û Mam Zekî Şengalî de em hemî şehîdên tekoşîna azadyê bibîr tînin û soza mezinkirina tekoşîna wan didin. Pêngava 15’ê Tebaxê li himberî zilm û dagîrkeriya 12’yê Îlonê ku li zindana Amedê li ser esasê tinekirina hebûna gelê me dihat meşandin, hatiye destpêkirin. Bi pêngava 15’ê Tebaxê re şoreşa gelan pêk hat û bi berxwedana ku heta îro dom dike re bingehek rast hatiye danîn. Ev pêngav ne tenê pêngava leşkerî bû, di heman demê de pêngava jinûve vejîna gelên bindest bû. Guleya yekem ji bo parastina nerxên mirovahiyê hat avêtin û bi xwe re serkeftin misoger kir. Ev jî diyar dike ku bi kesên xwedî îrade û kesayetên berxwedêr şoreş tê avakirin. Mamê Êzidxanê jî xwedî heman kesayetiyê bû û ji bo yekîtiya gelê Êzidî xebat dikir. Lê mixabin dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wê di vê roja ku şoreş hatiye avakirin de bi zanebûn Mam Zekî Şengalî hedef girtin.”

Elîr Mirad destnîşan kir ku ciwanên Êzidî bi xwe rêxstinkirin û yekîtiya xwe bersiva êrîşan daye û wiha dom kir: “Divê hemû civaka me ya Êzidî û bi taybet ciwan zanibin ku di şexsê Mam Zekî de civak bi giştî hat hedefgirtin. Em wek ciwanên Êzidxanê di rewşek rexnedayînê de ne. Me soza tolhildana Mamê xwe daye, lê em lawaz mane, heya em dijminê xwe baş nasnekin em nikarin bêjin emê tola Mam Zekî bigirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanên Êzidxanê hat kirin ku êdî li nirxên civaka xwe xwedî derkevin û li ser şopa Mam Zekî bimeşin.

Piştî daxuyaniyê Rêveberê Bajaroka Til Izêr (Midur Nehiye) Celal Xelef û Hevjina Zekî Şengalî Gulîstan Ozden jî axivîn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27