Arşîv

Kongreya Star li Helebê hemleyek nû da destpêkirin

Jinên Helebê bi daxuyeniyekê strarta hemleya bi dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin” ku li dijî êrîşên deweta tirk dide destpêkirin da.

Kongreya Star a taxa Şêx Meqsud a bajarê Helebê bi daxuyaniyekê starta kampanya xwe ya li dijî gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di bin dirûşmeya “Ax û rûmeta xwe biparêze, DIAŞ û dagirkeriyê têk bibe” dan. Daxuyaniya bi kurdî û erebî ku hat dayîn ji aliyê Nesrîn Mihemed ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bakur û Rojhlatî Suriyê ev 8 sal in ku di pêşketina tevgera azadiyê de ji bo jinan û gelên cihanê têkoşînek bê hempa û dijiwar dide meşandin. Dewleta tirk û DAŞ’a çete ji despêkê de vê tekoşînê ji bo xwe weke tehdîdekê didin nîşandan. Em weke gelên vê xaka pîroz me êrîşên dijiwar ên DAIŞ’ê têkbirin û serweriya wan a li ser vê erdnîgariyê bi dawî kir. Me ev yek bi berxwedana lehengên jin û xortên xwe bi ser xist.

Em di înşakirina şoreşê de pir baş dizanin ku Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa jinê ye û ev şoreş bi hezaran salan şûnde ji bo gelê Rojhilata Navîn derîyekî bê îkdidar û bê dewletiyê vekir. Ev pergala demokrat ji hemû gelê cîhanê re jî bûye çavkaniya hêviyê. Erdnîgariya me ji ber van teybetmendiyên xwe, hişmendiya netew dewletê aciz dike. Me bi tekoşîna xwe ya dijwar a 8 salan ev êrîşên DAIŞ`ê têk birin û ji hemû cîhanê re qada demokrasiyê vekir.

Me jinan mil da hev û DAIŞ’ê têk bir. Em ê niha jî bi hev re êrîşên dewleta tirk têk bibin. Werin em bi hev re bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibin’ van êrîşên deweta tirk beralî bikin.”

Daxuyanî bi bi dirûşma “Bijî tekoşîna hevpar a jinan”, “Bimrê faşîzim û dagirkerî” bi dawî bû.

Back to top button